Rapora HRW: Leşkerên Tirk tevî qêrînên zarok û jinan jî gule li koçberan reşandin

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW), diyar kir ku dewlet Tirk bi mehan e êrîşî koçberên ku dixwazin sînorê Rojava derbas bikin dikin û di 2 mehên herî dawî de 1 jê zarok 5 koçber qetil kirine.

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW), diyar kir ku dewlet Tirk bi mehan e êrîşî koçberên ku dixwazin sînorê Rojava derbas bikin dikin û di 2 mehên herî dawî de 1 jê zarok 5 koçber qetil kirine. Li gorî raporê, di bûyerekê de komeke ku zarok û jin jî di nav de bûn, dema ji Helebê direviyan tevî qêrîn û hewaran jî leşkeran gule li wan reşandin û 2 kes qetil kirin.

Di ropara HRW’ê de, agahiya ku leşkerên Tirk ji meha Tebaxê ve koçberên ku xwestine sînorê Rojava û Sûriyeyê derbas bikin dane ber guleyan cih digire. Raporê destnîşan kir ku leşkerên Tirk bi guleyan êrîşî koçberên ku di nav de zarok û jin jî hene dikin, her wiha koçberên tên girtin jî rastî kiryarên xirab tên.

Li gorî raporê, di êrîşên bi çekên giran ên leşkerên Tirk a di mehên Adar û Nîsanê de herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dane. Raporê destîşan kir ku di nava kesên hatine qetilkirin de jî yek zarok e û li gorî ku hate zelalkirin 14 salî ye.

‘REXMÊ QÊRÎN-HEWARA ZAROK Û JINAN JÎ GULE REŞANDIN DEWAM KIRIN’

Di rapora HRW’ê de cih dan şahidên koçberên Rojava û Sûriyeyiyan jî. Di raporê de koçberê ku qala wî tê kirin diyar kir ku dema li Helebê şer qewimîn, ji herêmê ber bi sînorê Tirkiyeyê ve bi rê ketin, di wan kêliyan de leşkerên Tirk ketober li ser wan gule reşandine.

Şahid anî ziman ku komek jî 20 kesan pêk dihatin, nêzî 500 metreyan nêzîkî sînor bûn, di wê demê de rastî êrîşên leşkerên Tirk a bi çekan hatine.

Koçberê şahidê bûyerê wiha got: “Di carekê de gule li ser me reşandin. Tevî ku zarok û jinan qîr û hewar dan jî êrîşa bi guleyan hê jî berdewam kirin. Me xwe avêtin zarokan ku karibin wan biparêzin. Xwişka min û xwarziyê min hema li erdê dirêjkirî bûn. Lê, dema ku xwe avêtibûn erdê gule li wan ketibûn. Min qêrîna wan bihîst, min fêm kir ku jiyana xwe ji dest dane.”

JI XWE DEMA KU MIROV ÊRÎŞÎ KOÇBERÊN DI TRAWMAYÊ DE  DIKE, REWŞEKÎ BI ‘TIRSNAK E’

Berdevkê HRW’ê Gerry Sîmpson bi zimanekî tund êrîşên dewleta Tirk a li hember koçberan rexne kir, diyar kir ku êrîş rewşekî bi ‘tirsnak e.’ Sîmpson da xuyakirin ku mirovên ji herêmên şer direvin di rewşekî tramwa de ne, êrîşkirina van kesayetan bi ti awayî nayê qebûlkirin.

Sîmpson bang li hikûmeta Tirk kir û diyar kir ku dest ji êrîşên ‘astê derbas dikin’ yên li hember koçberan berdin û daxwaz kir ku têkîldarî bûyerên din lêkolîn bên destpêkirin. Sîmpson her wiha banga divê deriyê sînorê Rojava û Sûriyeyê bê vekirin jî kir.

Di daxuyaniyên mehên bihurî yên HRW’ê de bang li Tirkiyeyê hatibû kirin ku sînoran ji koçberan re vekin. Berdevkê HRW’ê Sîmpson wiha got: “Her kes behsa têkoşîna bi DAIŞ’ê re dike. Lê, gelê ku herî zêde rastî zext û êşkenceyên DAIŞ’ê tên hê jî di nav wan aloziyan de dijîn.”