Konseya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya 79 salvegera Terteleya Dersimê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku beriya niha bi 79 salan, ji heft heyvî heta 70 salî gelê Kurd li Dêrsimê hat qirkirin û hat gotin, "Komkujiyeke dilsoj, tenkîleke wêranker bi serê Dersim û Dersimiyan hate anîn. 4'ê Gulana 1937'an bi biryara fermî ya dewlet û hikûmeta Tirk, êrîşeke mezin a leşkerî bi armanca ji navbirina xelkekê hate kirin."
KNK'ê diyar kir, dewlet û hikûmeta Tirk bi kîn û nefreteke tolhildanî ji erd û esmanan êrîşî Dersimê kir û da zanîn, ku ji ber vê êrîşê bi hezaran Dersimî hatin kuştin, bi hezaran hatin birîdarkirin û bi darê zorê hatin koçkirin.
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
"Qirkirineke, jenosîdeke fermî bi biryara dewlet û hikûmetê, bi belge hate kirin. Tiştekî wisa li ti dera dinyayê nehatiye dîtin. Ya ku dewlet û hikûmeta Tirk bi serê xelkê Kurd li Dersimê anî ti dewletan bi serê dijminên xwe yên herî dijwar jî ne anîne. Ji bilî komkujî, birîndarî û koçeke malwêranî navê Dersimê jî bi qanûneke taybetî hate guhertinn û kirin Tuncelî. Dilê Kurdan ji ber wê jenodsîda mezin bi kul e û ti caran ji bîr nakin û divê ji bîr jî nekin. Kurd divê hem wê kiryarê hem jî kirdarên wê bûyerê ji bîr nekin, di hiş û bîrên xwe de adeta bikolin ku ti caran jê neçe.
KNK'ê ev jenosîda li Dersimê hat kirin bi tundî şermezar kir û got, "Berpirsiyarên dewlet û hikûmeta xwûnxwar çi dibêjin, polîtîka giştî çi encam bide ferq nake û ev hovîtiya li ser xelkê me hatiye kirin, rûpelekî reş ê dîroka bi xwîn a dewlet û hikûmeta Tirk e. Di her bîranîna van rojên xembar û dilsoj da divê xelkê me, rêber, pêşeng û têkoşerên bizava neteweyî û welatî, hem hafizaya xwe ron û geş bigirin hem jî di doza hesab pirsîna ji dijminî de biryarder bin, têkoşîna xwe sist û lawaz nekin.
Hesaba jenosîda Dersimê divê ji dijmin bê pirsîn.
Jenosîda Dersimê nayê ji bîr kirin, divê neyê ji bîr kirin."