Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), di doza malbata siyasetmedarê Kurd Sefer Cerf ê di sala 1994'an de ji aliyê Hîzbûllahê ve hat qetilkirin de, Tirkiye bi dayîna tazmînatê mehkûm kir.
DMME di vê dozê de, ji ber ku binpêkirina 'mafê jiyanê' ya xala 2. a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê bi xurtî lêpirsîn nekiriye, Tirkiye sûcdar dît.
Li gorî biryara dadgehê, dewleta Tirk wê 20 hezar Euro tazmînata manewî bide malbata Yaşar Cerf û 3 hezar Euro ji bo lêçûnên dadgehê bide.
Endamê Desteya Rêveber a Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) Sefer Cerf, di 3'ê Cotmeha 1994'an de li Yuregîr a Edeneyê li qehwexaneyekê ji aliyê endamên Hîzbûllahê ve hatibû qetilkirin. Di lêpirsîna têkildarî kuştina Cerf de biryar hatibû dayîn hin gumanbar bên girtin, lê belê dûre hewl hat dayîn bûyer bê jibîrkirin.
Kesekî di operasyonên sala 2000'î yên dewletê li hemberî Hîzbûllahê dabû meşandin de hat girtin, piştre li xwe mikur hat wî Sefer Cerf kuştiye.