EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Toûloûse dewleta Tirk a qirker hat protestokirin
Êrîşên qirker ên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li Toûlûse’yê hat protestokirin. -
Çalakiyên Malmo û Goteborgê: Na ji tifaqa Swêdê ya bi dewleta Tirk re!
Di çalakiyên li Malmo û Gotebergê de, bertek nîşanî îhtîmala tifaqa Swêdê ya bi dewleta Tirk re ya ji bo endamtiya NATO'yê de hat dayîn û hat gotin, "Eger Erdogan careke din êrîşî Rojava bike, em ê êrîşî şîrketên li vir bi dewleta Tirk re dixebitin bikin. -
Di Kampanyaya ‘Azadî ji bo Ecevît Pîroglû’ de banga piştevaniyê kirin
Însiyatîf û yekitiyên ku ji bo Ecevît Pîroglu azadiyê dixwazin banga li hikûmeta Sirbistanê kir ku “Vegerînê rawestîne” û daxwaza piştevaniyê ji gel kirin. -
Li Elmanyayê şopandina komeleyê Kurdan derveyî qanûnê ye
Derket holê ku agahiyên li ser komeleyên Kurdan ên li Elmanyayê ji sala 1994’an û vir ve bi awayekî derveyî qanûnê dişînin ji îstîxbarat û midûriyeta emniyetê. -
Şehîdên Meha Gulanê li Hambûrgê hatin bibîranîn
Li Hambûrgê Şehîdên Meha Gulanê bi meresimekê hatin bibîranîn. Di meresimê de hate diyarkirin ku girêdayîbûna bi şehîdan ve, bi derketina xwedî li nirxên wan ên bi rijandina xwîna xwe afirandine ye. -
Li Esslîngenê ji bo Şehîdên Meha Gulanê meresima bîranînê hat lidarxistin
Li bajarê Esslîngenê ji bo Şehîdên Meha Gulanê mersima bîranînê hate lidarxistin. Îmam Canpolat di meresimê de axivî û diyar kir ku gerîla li Zapê bi hêza ku ji şehîdan digirin dîroka sedsalê dinivîsin û bang kir ku gel bi gerîla re bibe yek. -
Şehîdên Meha Gulanê li Berlînê hatin bibîranîn
Li Berlînê Şehîdên Meha Gulanê bi meresimekê hatin bîranîn. Di meresimê de hate gotin ku ji bo derketina xwedî li mîrateya şehîdan çi bivê divê mirov texsîr neke. -
Li ser folklora Kurdan panel hat danîn
Di panela li ser folklora Kurdan a bernameya îro ya Mîhrîcana Çanda Kurd a Parîsê bû de, behsa dîroka govendê, guherîna fîguran li gor herêmê, neqşên çandî yên herêman ên li ser cil û bergên gelêrî û dîroka çandî hat kirin. -
Meşa Dirêj wê 29‘ê Gulanê ji Dortmûndê dest pê bibe
Beşê Elmanyayê yê Meşên Dirêj ên bi pêşengiya TCŞ û TekoJIN’ê wê li 6 welatan bên lidarxistin wê 29‘ê Gulanê li Dortmûndê dest pê bike û 1‘ê Hezîranê li Dusseldorfê bi dawî bibe. -
Li Mannheimê faşîstan êrîşî Komeleya Çanda Kurdan kir
Li bajarê Mannheimê faşîstan êrîşî Komeleya Çanda Kurd kir û di êrîşê de camên avahiyê hatin şikandin. -
Li Zurîhê ciwan li hemberî dagirkerî û qirkirinê daketin qadan
Çalakvanên TCŞ’ê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û yên PDK’ê li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê daketin qadan. -
Ciwanên Kurd ji bo Meşa Dirêj a 3 rojan banga tevlîbûnê kirin
TCŞ û Têko-Jin li 6 welatan li dijî dagirkerî û xiyanetê Meşên Dirêj lidar dixin. Rêxistinên ciwanan ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê kirin ûg otin, "Em xwedî li têkoşîna destanî ya gerîla derkevin." -
1'emîn Festîvala Ciwanên Enternasyonalîst wê li Lûtzerathê pêk were
Li bajarê Lutzerath ê Elmanyayê wê Festîvala Ciwanan a Enternasyonalîst bê lidarxistin. Komîteya Amadekar ji bo festîvalê banga tevlîbûnê kir. -
Mîhrîcana Çanda Kurd a Parîsê berdewam dike
Mîhrîcana Çanda Kurd a Parîsê bi hemû coşa xwe berdewam dike. Di meşa mîhrîcana îro de zarokan li Atolyeya Zarokên Rojê ji saet 11.00‘an heta bi 18.00’an, bi lîstik û meresîmeke çandî, kêfxweşî û kelecana xwe li Mihrîcana Çanda Kurd zêde kirin. -
Li Lozanê banga tevlêbûna meşê hat kirin
Li Lozanê çalakiya standê di meha 7’mîn de berdewam dike. Di çalakiyê de ji bo meşa dirêj ên Swîsreyê yên di 30'ê Gulanê de li Solothurnê bên lidarxistin banga tevlîbûnê hat kirin. -
‘Dixwazin destkeftiyên Kurdan tune bikin‘
Çalakiya rûniştinê ya ku Kurdistaniyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber NY’ê li dar xistiye, ket meha xwe ya 16’emîn. Çalakgeran anî ziman ku bi êrîşên dagirkeriyê dixwazin hemû destkeftiyên Kurdan tune bikin. -
Di gelek rojnameyên Swêdê de îlana hemwext: Nekevin xefika Erdogan!
Li dijî şantajên dewleta Tirk ên NATO'yê yên li hemberî Swêdê û radestkirina mûxalîfan, di gelek rojnameyên girîng de îlaneke hemwext hat weşandin. -
Ji bo Merdan K. ê ku li Elmanyayê girtî ye çalakiyeke piştgiriyê hate lidarxistin
Merdan K. nêzî heşt meh berê li Elmanyayê hatibû girtin û di 24’ê Gulanê de doza wî hate kirin. Ciwanên Kurd ji bo Merdan K. çalakiyeke hevgirtinê li dar xistin. -
Li Rûsyayê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn
Kurdên li Rûsyayê şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn û gotin “Em deyndarê wan in.” -
Rojnamevanên Kurdistanî li dijî êrişên dagirkeriyê daxuyaniyeke hevpar dan
Rojnamevanên Kurdistanî û xebatkarên medyayê yên li Ewropayê, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Brukselê daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê. -
Şehîdên meha Gulanê li Darmstadtê hatin bîranîn
Şehîdên meha Gulanê li bajarê Darmstadtê yê Elmanyayê hatin bîranîn. -
KCDK-E'yê Hasbî Çakici bi bîr anî
KCDK-E'yê Hasbî Çakici bi bîr anî û sersaxî ji malbata wî û gelê Kurdistanê re xwest. -
Kongreya 11'emîn a NCDK-Skandînavyayê pêk hat
11'emîn Kongreya Navenda Civaka Demokratîk a Skandînavyayê bi beşdariya delegeyên ji Swêd, Norwêc, Danîmarka û Fînlandiyayê, li bajarê Orebro hate lidarxistin. -
Li Pafosê di rojekê de 2 hezar û 214 îmze hatin berhevkirin
Li bajarê Pafosê yê Qibrisê li dijî qedexeya li ser PKK’ê stand hat vekirin û di rojekê de 2 hezar û 214 îmze hatin berhevkirin. -
Li Lorîentê li dijî qedexeyê îmze hatin berhevkirin
Di Mîhrîcana Fête du Bol Air a Lorîentê de, ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteyên qedexe hem îmze hatin berhevkirin hem jî ji gel re behsa têkoşîna rewa ya PKK’ê hat kirin.