Li Rûsyayê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn

Kurdên li Rûsyayê şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn û gotin “Em deyndarê wan in.”

Li herêma Yaroslavl a Rûsyayê şehîdên PKK’ê Tayhan (Ahmet Yildirim) û Jîhat (Remzî Akkûş) li ser gora xwe hatin bîranîn.

Ji bo şermezarkirina komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, milîtanên PKK’ê Ahmet Yildirim û Ahmet Akkûş li pêşiya parlementoya Moskovayê xwe şewitandibûn. Di şexsê Yildirim û Akkûş de şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn.

Serokê Saziyên Kurd ên Civakî ya Navneteweyî Arîf Azmanî qala rolên şehîdan a di têkoşîna hebûna gelê Kurd de kir. Azmanî diyar kir hebûna gelê Kurd a wekî neteweyekê, ew deyndarê Abdullah Ocalan û şehîdên PKK’ê ne. Azmanî gerîlayên li hemberî êrişên dagirker şer dikin jî silav kir.

‘EM LI HEMBERÎ ÎXANETÊ BIBIN YEK’

Li ser navê Organîzasyona Jinên Kurd a Moskovayê ya Viyan Zulfiya Elî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin wê têkoşîna şehîdan were mezinkirin û qala êrişên dagirker hate kirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ew bi saya şoreşgerên Kurd dikarin hebûna xwe biparêzin hate gotin “Divê gelê Kurd bibe yek û berteka xwe nîşanî îxaneta PDK’ê bide.”

Li bajarê Miçûrînskî yê herêma Tambovê ya Rûsyayê jî Kurdan ji bo bîranîna şehîdên Gulanê çalakiyek li dar xistin.