Mîhrîcana Çanda Kurd a Parîsê berdewam dike

Mîhrîcana Çanda Kurd a Parîsê bi hemû coşa xwe berdewam dike. Di meşa mîhrîcana îro de zarokan li Atolyeya Zarokên Rojê ji saet 11.00‘an heta bi 18.00’an, bi lîstik û meresîmeke çandî, kêfxweşî û kelecana xwe li Mihrîcana Çanda Kurd zêde kirin.

Mîhrîcana Çanda Kurd a Parîsê ya îsal bi hevpariya Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F), Enstîtuya Lêkolîn û Ramanên Li Ser Kurdistanê (IREK), Komeleya Çand û Hunerê ya Kurdistan (ACK) û Weqfa Danîelle Mîtterrandê di 14‘ê Gulanê destpê kir û wê heta 28’ê Gulanê bidome.

Îro bi dehan zarok di çarçoveya Mihrîcana Çanda Kurd a Parîsê de li lokala Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê kom bûn. Di çarçoveya Mihrîcanê de ji saet 11.00’an û pê ve zarok hatin avahiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê û li Atolyeya Zarokên Rojê hatin ba hev. Koma atolyeyê ya TEV-ÇAND’ê ya ku lîstikên gelêrî yên zarokên Kurd û roja me dikin yek, bi wêne, peyker, destmal û revandin, atolyeya rîtîm, muzîk û gelek lîstikên din, zarok hînê parvekirin, hînbûna tiştan ji hev û din, lîstina bi zimanê xwe û li ser sofreya ji bo wan hat danîn de ew hînê parkirina nanê xwe bi hevalê/a xwe re kirin.

Zarokan stran gotin, lîstin, bi wêne û peykeran re mijûl bûn û di der barê dîrok û zimanê xwe de hînê tiştên nû bûn. Zarokên nifşê nû ên bi navê Arya, Rozerîn, Sara, Rojbîn, Ronahî, Hîvron, Bejan ên ku qet welatê xwe nedîtine, şadî û bextewarî, kelecan û enerjiya xwe li Mîhrîcana Çanda Kurd zêde kirin.

Zarok li Atolyeya Zarokên Rojê ji saet 11.00‘an heta bi 18.00’an ji xwe re têr lîstin.

Mihrîcana Çanda Kurd a Parîsê wê roja Pêncşemiyê bi panela Çanda Kurd, roja Îniyê bi pêşangeha wêneyan û roja 28’ê Gulanê jî wê bi konsera fînalê dewam bike.

Bi saya vê mîhrîcanê ku wê roja Şemiyê bi dawî bibe heta bi niha bi hezaran kes hatin ba hev.