1'emîn Festîvala Ciwanên Enternasyonalîst wê li Lûtzerathê pêk were

Li bajarê Lutzerath ê Elmanyayê wê Festîvala Ciwanan a Enternasyonalîst bê lidarxistin. Komîteya Amadekar ji bo festîvalê banga tevlîbûnê kir.

Bajarê Lûtzerath ê li eyaleta NRW a Elmanyayê 28'ê Gulanê roja Şemiyê wê malovaniyê ji Festîvala Ciwanên Enternasyonalîst re bike.

Yekemîn Festîvala Ciwanên Enternasyonalîst wê di dirûşma "Têkoşînê bike yek-kapîtalîzmê hilweşîne' were lidarxistin. Di festîvalê de wê işaret bi têkoşînên antîkapîtalîst ên cîhanê bi taybetî jî ya li Rojava bê kirin. Festîval bi hevkariya LûtzerathLebt (Lûzerath Dijî) û Make Rojava Green Agaîn (Rojava jinûve şîn bike) tê lidarxistin. Tevî tevgerên ciwanên Kurd TCŞ û TÊKO-JIN wê gelek tevgerên antî faşîst, antî kapîtalîst û avhewayê yên Elman tevlî festîvalê bibin.

Di festîvalê de wê li ser rêxistiniya hevpar a tevgerên ciwanan axaftin bêne kirin. Her wiha hunermend Rêber Serhed, Dîlan Top, Koma Rewşen, Bandista, Nûarîn, Çetîn Oraner û koma Elman Sorah & Întare derkevin ser dikê. Koma govendê jî wê hunera xwe nîşan bide. Her wiha wê semîner, pêşangeh û atolyeyên graffîtî, hilkişandin, voleybol û satrançê jî hebin. Ji bo zarokan jî çalakiyên taybet di bernameya festîvalê de hene.

Komîteya Amadekar a Festîvala Ciwanên Enternasyonalîst ragihand ku di bingeha pirsgirêkên mirovahiyê de kapîtalîzm heye û destnîşan kir ku li dijî sîstema heyî divê alternatîfek bê afirandin, ev jî bi yekbûna têkoşînan dibe û bi afirandina çanda berxwedanê dikare bê pêkanîn. Komîteya amadekar ji bo festîvalê banga tevlîbûnê kir.