Li Lozanê banga tevlêbûna meşê hat kirin
Li Lozanê çalakiya standê di meha 7’mîn de berdewam dike. Di çalakiyê de ji bo meşa dirêj ên Swîsreyê yên di 30'ê Gulanê de li Solothurnê bên lidarxistin banga tevlîbûnê hat kirin.
Li Lozanê çalakiya standê di meha 7’mîn de berdewam dike. Di çalakiyê de ji bo meşa dirêj ên Swîsreyê yên di 30'ê Gulanê de li Solothurnê bên lidarxistin banga tevlîbûnê hat kirin.
Ji 25’ê Mijdara 2021’an ve bi pêşengiya Jinên Ciwanên Têkoşer (TekoJIN) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) çalakiya standê tê lidarxistin. Çalakiya ciwanan îro jî berdewam kirin. Di çalakiyê de endamên Navenda Civaka Kurd û Meclîsa Jinan a Lajînê pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser paradîgmaya azadiyê li gel belav kirin.
Di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin teşîrkirin û ji bo PKK ji lîsteyên qedexe bê derxistin jî îmze hatin berhevkirin.
Di çalakiyê de aktîvîstê TCŞ’ê Şînasî Atli axivî. Atli diyar kir ku ew çalakiyên xwe di meha 7'an de bi biryardarî didomînin û banga tevlîbûna meşa 3 rojan a wê di 30'ê Gulanê de li 6 navendên Ewropayê destpê bike kir û ev tişt got: "Li Swîsre, Îngilîstan, Swêd, Elmanya, Yewnanîstan û Fransayê wê di 30'ê Gulanê de meşên 3 rojan bên lidarxistin. Em ê di 30’ê Gulanê de jî li Solothurn a Swîsreyê bi dirûşma 'Werin cenga azadiyê li dijî dagirkerî û xiyanetê' dest bi meşê bikin. Em bang li ciwan û gelê xwe yê welatparêz ên li Swîsreyê dijîn dikin ku tev li çalakiyê bibin.“