Çalakiya rûniştinê ya ku Kurdistaniyan ji 25’ê Çileya 2021’î destpê kiriye û heta bi niha her roja Çarşemiyê li ber deriyê Neteweyên Yekbûyî (NY) di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê” de li dar dixin, dewam dike. Di çalakiyê de, di serî de xwedî li berxwedana gerîlayên PKK’ê yên li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê hat derketin û bêdengiya NY’ê ya li hemberî êrîşan hat şermezarkirin.
Çalakiya vê hefteyê bi girtina rêzê ji bo şehîdên meha Gulanê û bîranîna şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir.
Piştî rêzgirtinê, Hevseroka Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Mulkiye Bulut axivî û got: “Em baş dizanin ku armanca bi sûcên şer ên bi her rêbazên dermirovî tên kirin, çi ye. Konsepta êrîşan a ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê, bi hinceta PKK’ê didomîne. Di rastiyê de tunekirina deskeftiyên Kurdan dike armanc. Em ê bêdengiya NY’ê û dewletên Ewropa ya li hemberî êrîşên li dijî deskeftiyên Kurdan, qebûl nekin. Rêber Apo çawa karîbe li dijî êşkenceya tecrîdê li ber xwe bide, gerîlayan çawa li dijî êrîşên dermirovî li ber xwe dabe, em ê jî li hemberî hêzên dagirker û qirker bibin dengê gerîla. Em jin û dayîkên Kurd, em ê baweriya xwe ya bi têkoşîna gerîla biqîrin.”
Piştî axaftina Hevserok Bûlût, Hevserokê Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Erdal Atasoy jî axivî. Atasoy şehîdên Tevgera Azadiya Kurd bi bîr anîn û di serî de Hakî Karer û Çaran ji bo bîranîna 29’ê Gulanê ya li bajarê Grenchen, banga tevlêbûnê kir.
Piştre Kurdistanî bi dirûşmeyan xwedî li berxwedana gerîla derketin û li çalakiya xwe dewam kirin.