Li Zurîhê ciwan li hemberî dagirkerî û qirkirinê daketin qadan
Çalakvanên TCŞ’ê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û yên PDK’ê li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê daketin qadan.
Çalakvanên TCŞ’ê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û yên PDK’ê li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê daketin qadan.
Ciwanên Kurd li Haûpbahnofê ya Zurîhê ji bo çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî gerîlayan bi kar tîne, protesto bike, çalakiyek kirin.
Li nava Bahnofê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên PKK’ê hatin vekirin û sloganên ‘Bijî berxwedana gerîla’ û ‘Bijî berxwedana zindanan’ hate berzkirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin “Erdogan ê ku zilmê li ser gelan dike û gelan qir dike, di heman demê de şantajan li ser Ewropayê dike û herî dawîn jî ji bo tolhildanê li kampa penaberan a Mexmûrê, Rojava û Başûrê Kurdistanê bi dronên biçek êrîşî gelê sivîl dike. Li hemberî van êrişan em banga çalakiyan dikin.”