EWROPA
Hemû Nûçe
-
Çalakiya standê ya li Lozanê bi pîr alî berdewam e
Standa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 24’ê Mijdara 2021’an li Lozanê hat danîn, bi çalakiyên cur bi cur berdewam dike. -
Çalakiya li ber NY’yê dom dike
Çalakiya rûniştinê ya li bajarê Cenevre a Swîsreyê a ku li ser esasê pêngava “Dem dema azadiyê ye” û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan hatî lidarxistin, vê hefteyê jî dom kir. -
Sendîkaya Lokomotîf û Agirkujan a Îngilîstanê ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kir
Yek ji sendîkayên herî mezin a Îngilîstanê, Sendîkayên Agirkujan û Endezyarên Lokomotîf (ASLEF) di kongreya xwe ya îsal de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kir. -
Li parlamentoya Fînlandiyayê ji bo Kurdan piştgirî hat dayin
Parlementerên SDP’ê yên parlementoya Fînlandiya piştgirî dan Kurdan. Ji parlementerên SDP’ê Al-Tae diyar kir ku Kurdan ji bo ewlehiya Ewropayê li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û ev pirs kir; “Ma dibe ku em wan red bikin û ji bîr bikin?” -
Radestkirina belgeyên çekên kîmyewî ji bo OPCW'ê hat astengkirin
Çalakiya nobedê ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li hemberî gerîla li ber Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) didome. -
Li Torontoyê gerîlayê HPG’ê Armanc Kurdo hat bîranîn
Li Torontoyê gerîlayê HPG’ê Armanc Kurdo yê li Avaşînê şehîd bûyî, hate bîranîn. -
Kongreya Asayî ya 4'emîn a FCK'ê diyarî berxwedêran hate kirin
Federasyona Civakên Kurdistanî (FCK) kongreya xwe ya 4'emîn diyarî berxwedêran kir û navê xwe jî guhert, kir Federasyona Gelên Kurdistanî (Fed-Gel). -
Ciwanên Swêdî bi ala PKK'ê gotin 'Na ji endametiya NATO'yê re'
Ciwanên Anarşîst ên Swêdî, li dijî nêt û hewldanên Swêdê yên ji bo endametiya NATO'yê bi hildana ala PKK'ê çalakî kirin. -
Li Qibrisê di nava hefteyê de 5 hezar îmze ji bo PKK'ê hatin komkirin
Di çarçoveya kampanya îmzeyan de ku ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' bê derxistin hatiye destpêkirin, li her bajarekî Qibrisê bênavber kar tê kirin. Di nava hefteyekê de zêdeyî pênc hezar îmze hatin komkirin. -
Mîhrîcana Çanda Kurd a Parîsê berdewam dike
Mîhrîcana Çanda Kurd a Parîsê di roja duyemîn de berdewam dike. -
Li Elmanya û Fransayê şehîdên Gulanê hatin bîranîn
Şehîdên meha Gulanê li Elmanya û Fransayê hatin bîranîn. Di bîranînê de berxwedana gerîlayên azadiyê jî hate silavkirin. -
Li Stavrapolê tûrnuvaya fûtbolê a ciwanan bi dawî bû
Li navçeya Novoalêksandrovsk a bajarê Stavrapol ê Federasyona Rûsyayê, ciwanên welatparêz tûrnuvayeke futbolê li dar xistibûn. Tûrnuvaya ku bi navê lehenga nemir Şehid Mizgin Ronahî hatibû destpêkirin hefteyek dewam kir. -
Li Brukselê Civîna Diyaloga Kurdî-Erebî hat lidarxistin
Civîna Diyalogê ya Kurd-Ereb a KNK’ê malovaniya wê kiribû hat lidarxistin. -
Roja Zimanê Kurdî li Brîghtonê hat pîrozkirin
Li bajarê Brîghton ê Îngilîstanê bi wesîleya Roja Zimanê Kurdî vekirina "Kardeha Kurdî" bi coş hat lidarxistin. -
Ji KCDK-E'yê peyama Roja Zimanê Kurdî
KCDK-E'yê bi bîr xist ku taybetmendiya herî bingehîn a netewebûnê ziman e û got, "Li dijî asîmîlasyon û qirkirinê divê her Kurdistanî bi zimanê xwe yê dayikê bi Kurdî biaxive." -
Enstîtûya Kurdî li Stockholmê Semîner li dar xist
Bi pêşengtiya Enstîtûya Kurdî ya li paytexta Swêdê Stocholmê bi boneya cejna zimanê Kurdî, li ser ziman û rewşa zimanê Kurdî semînerek hat lidarxistin. -
Muftîtiya Tunceliyê li Russelsheîmê hat protestokirin
Rêxistin û saziyên Elewî yên Elmanyayê bi beşdariya Dersimiyên li bajarê Russelmê dijîn, vekirina Navenda Ciwanan a Ehlîbeyt a Hz. Elî ya li Zanîngeha Mûnzûrê şermezar kirin. -
Kongreya Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê hat lidarxistin
Kongreya yekemîn a asayî ya Enstîtuya Kurd a Swîsreyê, îro bi tevlêbûna gelek Kurdistaniyan hat lidarxistin. -
Tevî êrîşên polîsan jî dagirkerî û xiyanet hat protestokirin
Rexmê provokasyon û êrîşên polîsên Elmanyayê, bi hezaran Kurdistaniyên li Berlînê hatin ba hev, dagirkeriya dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê şermezar kirin. -
Li bajarên Ewropayê protesto: Kujer dewleta Tirk û PDK! - HATE NÛKIRIN
Kurdên li bajarên Îtalya, Swîsre û Fransayê û dostên wan, êrîşên dewleta Tirk û hevkar PDK’ê protesto kir û peyama “Em xwedî li berxwedana gerîla derdikevin“ dan. -
Li Romayê êrîşên dagirkeriyê û xiyanet hate protestokirin
Ciwanên Kurd û Îtalî yên li Romayê êrîşên dagirkerî û xiyanet protesto kirin. -
Siyasetmedarê Kurd Ocalan ê li Elmanyayê girtî rakirin nexweşxaneyê
Hate hînbûn ku siyasetmedarê Kurd Abdullah Ocalan ku ji Gulana borî ve li Elmanyayê girtî ye, nexweş ketiye û rakirine nexweşxaneyê. -
Li Berlînê bi hezaran kes li dijî dagirkerî û xiyanetê meşiyan
Li paytexta Elmanya Berlînê Kurdistanî û dostên wan, li dijî dagirkerî û xiyanetê dest bi meşê kirin. -
Ciwanan helwesta Îngîltereyê ya ji bo êrişên dagirker şermezar kirin
Çalakvanên TCŞ û JXK’ê helwesta Îngîltereyê ya li hemberî êrişên dagirker ên Kurdistanê şermezar kirin. -
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Toûloûse’yê hatin protestokirin
Kurdên li bajarê Toûloûse yê Fransayê dijîn, êrîşên dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin.