Ji bo Merdan K. ê ku li Elmanyayê girtî ye çalakiyeke piştgiriyê hate lidarxistin
Merdan K. nêzî heşt meh berê li Elmanyayê hatibû girtin û di 24’ê Gulanê de doza wî hate kirin. Ciwanên Kurd ji bo Merdan K. çalakiyeke hevgirtinê li dar xistin.
Merdan K. nêzî heşt meh berê li Elmanyayê hatibû girtin û di 24’ê Gulanê de doza wî hate kirin. Ciwanên Kurd ji bo Merdan K. çalakiyeke hevgirtinê li dar xistin.
Merdan K. ji 20’ê Îlona 2021’an û heta niha li Stûttgart/Stammheîm a Elmanyayê girtî ye.
Daraza Elmanyayê îddîa dike ku vî ciwanê 22 salî endamê PKK’ê ye û ‘kadroyê ciwanan’ ê PKK’ê ye.
Dema li Dadgeha Herêma Stammheîmê rûniştina 10’emîn hate kirin, komek ciwanên Kurd li pêşiya dadgehê pankarta ‘Azadî ji girtiyên siyasî re’ vekir.
Ciwanan polîtîkay zext û krîmanîzekirinê ya ku Elmanya li hemberî gelê Kurd dike, şermezar kirin û gotin “Têkoşîna gelê Kurd ne sûc e, deng bide me”
Çalakvanan him li nav dadgehê û him jî ji derveyî avahiya dadgehê bi sloganên ‘Bijî berxwedana zindanan’ piştgirî dan Merdan K.
Ciwanan diyar kirin wê di rûniştina dema pêş de jî ji bo piştgiriya Merdan K. li pêşiya dadgehê bin.