Ciwanên Kurd ji bo Meşa Dirêj a 3 rojan banga tevlîbûnê kirin

TCŞ û Têko-Jin li 6 welatan li dijî dagirkerî û xiyanetê Meşên Dirêj lidar dixin. Rêxistinên ciwanan ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê kirin ûg otin, "Em xwedî li têkoşîna destanî ya gerîla derkevin."

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jin ên Ciwan ên Têkoşer (Têko-Jin) ji bo Meşa Dirêj a 3 rojan banga tevlîbûnê kirin.

Ciwanan ragihandin ku wê di çarçoveya pêngava "Werin Cenga Azadiyê" de li Elmanya, Îngilistan, Fransa, Swîsre, Swêd û Yewnanistanê bi dirûşma "Li dijî xiyanet û dagirkeriyê Werin Cenga Azadiyê" çalakiyên Meşa Dirêj li dar bixin.

Ciwanên ku wê li Yewnanistanê Meşa Dirêj lidar bixin, têkoşîna gerîla ya bi rengê destanî silav kirin û bang li ciwanan kirin ku bi ruhê Apoyî tevlî Meşa Dirêj bibin.

Komîteya Amadekar a Meşê bi daxuyaniyekê li ser çalakiyê agahî da. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Weke ciwanên Kurd ên li Atînayê, li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê û li hemberî xiyaneta PDK'ê, ji bajarokê Lavrîo yê Atînayê heta bi navenda Atînayê em ê meşeke ji 3 rojan lidar bixin.

Meşa ku wê 30'ê Gulanê destpê bike, di 1'ê Hezîranê de li ber Konsolosxaneya Tirk a li Atînayê wê bi dawî bibe. Piştî meşê em ê tevlî pîrozbahiyên 1'ê Hezîranê yên li Lavrîoyê bibin. Hunermend Nûarîn jî wê tevlî bibe. Em dibêjin ku em ê bi ruhê 1'ê Hezîranê bimeşin. Em bang li ciwanên Kurdistanê û dostan dikin ku xwedî li berxwedana bêhempa ya gerîlayên Kurdistanê derkevin û li dijî dagirkerî û xiyanetê têbikoşin.

30'ê Gulana 2022 Duşem
Lavrîo-Marco Poûlo

31'ê Gulana 2022 Sêşem
Marco Poûlo-Palanîa

1'ê Hezîrana 2022 Çarşem
Palanîa-Atîna."

ÎNGILISTAN

Li ser Meşa Dirêj a 3 rojan a li Îngilistanê jî Komîteya Amadekar daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de li ser meşê ev agahî hatin dayin:

"Di çarçoveya banga çalakiyê ya TCŞ û Têko-Jin, mîna li Fransa, Elmanya, Swêd, Swîsre, yewnanistan, Rojava û Başûrê Kurdistanê weke ciwanên Kurd ên li Londonê em ê jî çalakiya Meşa Dirêj a sê rojan lidar bixin.

Em bang li Kurdistaniyan û dostan hemûyan dikin ku tevlî vê çalakiyê bibin ku wê bi dirûşma "Kurdistanê biparêze" li dijî xiyanet û dagirkeriyê bê lidarxistin.

Roja destpêkê:
30'ê Gulana 2022 Duşem
11:00
654-658 Hertford Road, Enfield, EN3 6LZ

Roja duyemîn:
31'ê Gulana 2022 Sêşem
11:00
 31-33 Dalston Lane, Hackney, E8 3DF

Roja sêyemîn: (Roja seferberiyê ya navneteweyî)
1'ê Hezîrana 2022 Çarşem
11:00
Beçeyê Highbury, Islington, N1 2LF."