Di gelek rojnameyên Swêdê de îlana hemwext: Nekevin xefika Erdogan!

Li dijî şantajên dewleta Tirk ên NATO'yê yên li hemberî Swêdê û radestkirina mûxalîfan, di gelek rojnameyên girîng de îlaneke hemwext hat weşandin.

Di îlana ku di rojnameyên Aftonbladet, Expressen, Dagens Nyheter û Svenska Dagbladet de hatiye weşandin, îmzeya 17 kesên navdar ên li Swêdê heye. Di nav wan de nivîskar, weşanger, lîstikvan û rojnamevan jî hene.

Di îlana bi sernavê “Weşanxaneyan radestî Erdogan nekin!” de bertek nîşanî ferasetê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ku hewl dide têgihîştina xwe ya azadiya fikir derbasî Swêdê bike hat nîşan dan.

Îlan wiha ye:

“Bi serlêdanên îtîfaqa parastinê ya Swêd û Fînlandiyayê yên ji bo endamtiya NATO’yê re, , Serokomarê Tirkiyê Erdogan çend şert danî.

Yek ji şertan eve; Radestkirina gelek rojnamevan, nivîskar û weşangerên Swêdî yên bi eslê xwe Tirk in ji Tirkiyê re.

Daxwaza Tirkiyê wek li hemû Swêdê, ji bo me ku ji bo azadiya weşan û derbirînê dixebitin, bû sedema fikar û acizbûna mafdar.

Êdî ne veşartiye ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan demokrasî ji holê rakiriye û dewleta hiqûqê li Tirkiyeyê bûye bîranîneke ya xweziya wê tê kirin. Erdogan hemû organên zagonsaziyê, dadwerî û rêvebirinê di destê xwe de kom kiriye. Erdogan rojnamevan û kesên ku ne li gel wî ne bêdeng dike û diavêje girtîgehê. Yên ku bi vê helwestê re rû bi rû dimînin dibe ku siyasetmedar, nivîskar, dengbêj, Youtuber bin. Ev lîste dikare bêtir were dirêj kirin. Yek ji mexdûrên herî giran ên desthilatdariya keyfî ya Erdogan karsaz û parêzvanê mafên mirovan Osman Kavala ye. Civata Wezîran a Konseya Ewropayê ji ber ku girtina Osman Kavala di girtîgehê de xalên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê dike, lewma biryar da ku li dijî Tirkiyê ya ku endamê Konseya Ewropayê ye pêvajoyeke pêkanînê bide destpêkirin. Di vê çarçoveyê de em dixwazin êrîş û sûîqestên ku li Stenbolê li dijî yek ji rojnamevanên navdar Can Dundar, li Berlînê li dijî Erk Acarer û li Stockholmê li dijî Ahmet Donmez pêk hatin bi bîr bînin.

Divê Swêd bi tu şert û mercan weşangeran teslîmî rejîmekê bike ku dixwaze rexnegirên xwe û yên ji sînorên wê gelek dûrin bêdeng bike.

Em manevraya siyasî ya Erdogan a ji bo teslîmkirina kesên ku ji bo azadbûnê xwe li Swêdê girtine, weke hewldanek ji bo îxrackirina feraseta xwe ya azadiya derbirînê ji bo welatê me Swêdê fêm dikin.

Destûr nedin ku em bikevin xefika Erdogan ê ku mafê vetoyê li dijî endamtiya Swêdê ya NATO’yê îstîsmar dike!

Di tu şert û mercan de divê em azadiya raman û derbirînê nexin mijara bazarê!

Xwedî li zadiya raman û derbirînê derkevin!

Xwedî li zimanê Kurdî derkevin!

Weşangerên ku ji zextên li Tirkiyê rizgar bûne, teslîm nekin!”

Îmzekar:

ROBERT ASCHBERG, Serokê Klûba Weşanxaneyan

Nivîskar KURDO BAKSI

Serokê Pena Swêdê JESPER BENGTSSON

Alîkarê Serokê Çandê yê rojnameya Svenska Dagbladet ANDERS Q BJORKMAN

Edîtorê Giştî yê Rojnameya Rojnameger HELENA GIERTTA

Nivîskar, Berpirsiyar û Berpirsiyarê Rojnameya Dala Demokraten GORAN GREIDER

Serokê Rêxistina Rojnamegerên Bê Sînor ERÎK HALKJAER

ALEX HARIDI, Serokê Yekitiya Lîstikvanên Drama Swêdê

Seroka Sendîkaya Rojnamegeran ÛLRÎKA HYLLERT

Seroka Çandê ya Rojnameya Svenska Dagbladet LÎSA ÎRENÎÛS

Muzîkjen / Hunermend LÎSA NÎLSSON

Lîstikvan/Hunermend OZZ NUJEN

Cîgira Gerînendeyê Weşanê û Berpirsiyarê Servîsa Çandî ya Rojnameya Expressen KARÎN OLSSON

Seroka Karûbarê Çandê ya Rojnameya Aftonbladet KARÎN PETTERSON

AGNETA PLEIJEL, Nivîskar

Seroka Yekîtiya Nivîskarên Swêdê GRETHE ROTTBOLL

Berpirsiyarê Çandê ya Rojnameya Dagens Nyheter BJORN WÎMAN