ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê. -
Hejmara girtiyên li Girtîgeha Evînê hatin qetilkirin derket 8’an
Hêzên dewleta Îranê, roja Şemiyê li Girtîgeha Evîn a li Tahranê komkujî pêk anî. Hate zanîn ku hejmara girtiyên hatin qetilkin derket 8‘an. -
Rewşa Aysel Tûglûkê giran bûye
Serokwekîla Koma HDP‘ê Meraş Daniş Beştaş û Parlementera HDP'ê ya Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîrê ku serdana Aysel Tûglûkê kirin, ragihandin ku tenduristiya Tûglûkê xirab bûye. -
Olûç: Li dijî Kurdan ‘hiqûqa dijminatiyê‘ tê kirin
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û anî ziman ku li dijî partiya wan HDP’ê û Kurdan “hiqûqa dijminatiyê” tê kirin û muxalefet jî vê ji nedîtî ve tê û desthilatê qanûn û hiqûqê ji xwe re kiriye amûra gefxwarinê. -
DBP: Leyla Guven wê bê berdan, zalim wê hesab bidin
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bertek nîşanî cezayê hepsê yê li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hatiye birîn da û got, "Bêguman zalim wê hesabê sûcên ku kirine bidin." -
11 sal û 7 meh cezayê girtîgehê li Leyla Guven hat birîn
Dadgehê derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de bi îdiaya “propaganedeya rêxistinê” kiriye, 11 sal û 7 meh cezayê girtîgehê lê birî. -
HDP: Di dîroka Tirkiyeyê de birçîbûn û xizanî ti carî evqas zêde nebûye
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya 17’ê Cotmehê Roja Têkoşîna li Dijî Xizaniyê ya Cîhanê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku di dîroka Tirkiye de birçîbûn, xizanî û bêedaletiya hatineyê ti carî evqasî zêde nebûye. -
ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: Li girtîgeha Reştê 6 girtî hatin qetilkirin
Rêxistina Mafên mirovan a Îranê da zanîn ku îro li bajarê Reşt (Lakan) ê di girtîgeheke navendî de di nava hêzên ewlehiyê û girtiyan de pevçûn derketiye. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 6 kesan jiyana xwe ji dest daye. -
Sicîla midûrên şirketa kana komirê ne paqij e
Derket holê ku ne bi tenê sicîlê Midûrê Giştî yê Şirketa Kana Komirê ya Amasra ya Bartinê ya TTK’ê Kazim Eroglû, lê ya alîkarê midûrê giştî Îsmaîl Guner jî ne paqij e. -
Karker û kedkar ji bo ewlehiya xwe li Stenbolê meşiyan
Yekitiya Karker û Kedkaran, li Qada Kartalê bi dirûşmeya “Êdî bes e, ji bo Keda me ya Kedkaran û Gelan Mîtînga Kedkaran“ li dar xistin û daxwaza karê bi ewlehî kirin. -
Li Amasrayê qeza nebû, komkujî bû!
Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) nerazîbûn nîşanî bûyera li kana komirê ya li Amasrayê da û got, "Ne qeza, komkujî ye." -
Sancar: Berpirsiyarê qetlîama Amasrayê rejîma AKP-MHP’ê ye
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar got, "Tişta li Amasrayê qewimî ne qeza ye, komkujî ye. Berpirsiyarê qetlîama Amasrayê ev rejîm e. Kartela ku ji desthilatdariya siyasî, sermaye û burokrasiyê pêk tê, berpirsyarê vê komkujiyê ye.” -
Operasyona ji bo bidestxistin û kontrolkirina Elewiyan
Serokê Damezrîner ê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan ên li Ewropayê 8AABK) Tûrgût Oker destnîşan kir ku projeya avakirina Serokatiya Cemxane û Elewî Bektaşî operasyona ji bo bidestxistina Elewiyan e. -
ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Agir bi Girtîgeha Evînê ket
Hat ragihandin ku agir bi Girtîgeha Evînê ya li Îranê ketiye. Di dîmenên li ser înternetê hatin weşandin de, tê dîtin ku agir û dûman ji herêmê radibin. -
HDP: Berpirsên Amasrayê, rêvebirên vî welatî ne
Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Ridvan Tûran li cihê qetlîama madena li Amasrayê axivî û got: “Berpirs rêvebirên vî welatî ne.” -
Mafên girtiyên sewqî Yozgatê hatin kirin, tê binpêkirin
Girtiyên ku ji Rihayê sewqî Yozgatê hatin kirin, rastî pêkanînên keyfî hatin û mafên wan tê binpêkirin. Girtiyan gilî li personelê ku heqaret li wan kiribû, kir. -
Di nava kîsik de hestiyên mirovan hat dîtin
Li Cûrnê Reş, di nava kîsikê de hestiyên ku dihat texmînkirin ku ayîdê mirovane hat dîtin. Dozgerê cihê bûyerê diyar kir ku kesên di salên 90’î de di bûyerên li herêmê rû dayîn de, xizmên xwe winda kirine, wê ji bo testa DNA’yê bikaribin serlêdanê bikin. -
Xebata lêgerînê ya li Bartinê bi dawî bû: 41 kesan jiyana xwe ji dest da
Xebata lêgerîn û xelaskirinê ya li cihê qetlîama li Amasrayê çêbû bi dawî bû, 41 kesan jiyana xwe ji dest da. -
Li 3 bajaran çalakî: Rewşa girtiyên nexweş cidî ye
Di çalakiyên li Enqere, Stenbol û Îzmîrê hatin lidarxistin de, hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş cidî ye û peyama “Divê bên berdan” hat dayîn. -
79 baroyan êrîşa di Doza Denîz Poyraz de, şermezar kir
79 baroyan êrîşa ku hêzên dewletê di rûniştina Doza Denîz Poyraz de li dijî parêzeran pêk anî, şermezar kir. -
Di Nobeta Edaletê de malbat hatin destgîrkirin
4 Xizmên girtiyan ên li Qada Emînonu di çalakiya Nobeta Edaletê de bûn, hatin destgîrkirin. -
Dayikên Şemiyê aqûbeta Tosûn û Aydemîr pirsîn
Dayikên Şemiyê aqûbeta Fehmî Tosûn û Huseyîn Aydemîr ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, pirsîn. -
Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê hesab ji vê organîzeya qetlîamê bixwazin
Tifaqa Ked û Azadiyê ya têkildarî qetlîama li karkeran a li Bartinê daxuyanî da got: “Em ê hesabê ji vê organîzeya qetlîamê bixwazin, wê welatê ked û azadiyê bi ser bikeve.”