Xebata lêgerînê ya li Bartinê bi dawî bû: 41 kesan jiyana xwe ji dest da

Xebata lêgerîn û xelaskirinê ya li cihê qetlîama li Amasrayê çêbû bi dawî bû, 41 kesan jiyana xwe ji dest da.

Di qetlîama li kana komirê ya li navçeya Amasra ya Bartinê çêbû de, 41 karkeran jiyana xwe ji dest da. Xebata lêgerîn û xelaskirinê ya li kana komirê bi dawî bû.

Parêzerên ji bajarên der û dorê hatin Amasrayê jî çûn Bartine û ji bo delîl neyên veşartin û lêpirsîn bê kirin wê bi hev bişêwirin.

Hat îdiakirin ku derxistina cenazeyê karkerê dawîn, 5 saetan li hêviya hatina Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan hatiye hiştin.