ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li rojnamevan Berîvan Altan êşkenceya 'serîtewandinê' hate kirin
Yek ji 11 rojnamevanên ku ji aliyê polîsên Tirk ve hatin destgîrkirin rojnamevan Berîvan Altan bi rêya parêzerên xwe got, polîsan jê re gotiye "Em ê serê te bitewînin, zor û zehmetiyê dernexîne." -
TTB: Fîncanci rûmeta me ye; divê tavilê bê berdan
Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) nerazîbûn nîşanî destgîrkirina Seroka Konseyê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci da. -
CPJ bang li dewleta Tirk kir: Bes destdirêjiyê li rojnamevanên Kurd bike!
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) bang li dewleta Tirk kir ku rojnamevanên Kurd ên destgîrkirî berde û "lêpirsînên veşartî û destdirêjiyê" biterikîne. -
Li Girtîgeha Bakirkoyê girtiyên jin li dijî çekên kîmyewî ketin greva birçîbûnê
Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê, li dijî êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li ser gerîla, ji bo sê rojan girtî ketin greva birçîbûnê. -
Parêzer Yureklî: Saziyên navneteweyî naxwazin pirsgirêk çareser bibe
Parêzer Cengîz Yureklî serdana CPT’ê ya li Îmraliyê nirxand û got “CPT di 24 salan de derbarê rejîma Îmraliyê her tim xwestiye hêviyê bide û nerazîbûnan kêm bike. Dema ku vî tiştî dike jî bi awayekî piştgiriyê dide polîtîkaya hikumetê.” -
Şebnem Korûr Fîncanci hate destgîrkirin -NÛ BÛ
Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Şebnem Korûr Fîncanci ku ji ber daxuyaniya xwe ya têkildarî êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî bû hedefa Erdogan, hate destgîrkirin. -
ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Dema destgîrkirinê ya rojnamevanan hat dirêjkirin
Dema destgîrkirinê ya 12 rojnamevanên ku îro danê sibehê hatin destgîrkirin rojekê hat dirêjkirin. -
IPI’yê peyama piştevaniyê ji bo rojnamevanên destgîrkirî da
Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI) peyama piştevaniyê ji bo rojnamevanên destgîrkirî da û got: “Hemû rojnamevan divê demildest bên berdan.“ -
Dadgeriyê biryara astengkirina hevdîtina rojnamevan û parêzerên wan da
Hevdîtîna 11 rojnamevanên Kurd, bi parêzerên wan re bi du rojan hat astengkirin. -
‘Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan’
Li Îzmîrê Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û yên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan, di roja 128’emîn de dewam kir. -
Sancar: Bi êrîşa li ser rojnamevanên Kurd dixwazin civakê bêdeng bikin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar nerazîbûn nîşanî destgîrkirina rojnamevanên Kurd da û got, "Parçeyek ji plana bêdengkriina civakê ye." -
Jinên Tîrêjên Rojê li bazirganên mirovan û narkotîkê xistin
Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li Edene, Sakarya û Stenbolê li hemberî bazirganên jinan û narkotîkê çalakî kir. Înîsiyatîfê ragihand ku li hemberî bazirganên mirovan û narkotîkê dest bi pêngavekê kirine. -
DFG: Bi zextan nikarin bi Çapemeniya Azad
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) zextên lis er medya Kurd şermezar kir û xwest, rojnamevanên hatine destgîrkirin, tavilê bêne berdan. -
Li 7 bajaran 11 rojnamevan hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li heft bajaran 11 rojnamevan destgîr kirin. -
Li Mêrsînê terora polîsan: 13 kes hatin destgîrkirin
Li Mêrsînê di çarçoveya lêpirsînek ku hat kirin de, bi ser gelek malan de hat girtin û 13 kes hatin destgîrkirin. -
Operasyonên qirkirina siyasî: Nûçegihanên MA û JINNEWS’ê hatin destgîrkirin
Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de di operasyona qirkirina siyasî de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê û JINNEWS’ê hatin destgîrkirin. -
ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Dozger xwest heta 30 salan cezayê girtîgehê li Hevşaredara Bismilê were birîn
Derbarê Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer a ku peywira wê hatibû desteserkirin, heta 30 salan cezayê girtîgehê hate xwestin. -
Peyva ‘her bijî kurê min jî’ wek sûc hat hesibandin
Ji bo dayika ku ji kurê xwe yê li girtîgeha Kiriklarê re got, “Her bijî kurê min” 3 meh “qedexeya hevdîtinê” hat dayîn. -
Çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zêde dibin
Berxwedana ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatibû destpêkirin didome. Mamosteyan jî dest bi grevê kirin. -
Temel: HDP bi zemîna xwe, li ber xwe dide
Alîkarê Hevserokatiya HDP’ê Tayyîp Temel diyar kir HDP li hemberî feraseta tekparêz, înkarker û nijadperest a netewe dewletê, roleke wekî ya panzehîrê bi cih tîne û got “HDP bi zemîna heqîqetê re, li hemberî hemû êrîşan li ber xwe dide.” -
Sancar: Armancên kampanyayê ew e ku olê ji bin tehekûma desthilatdariyan derxîne
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku armancên vê kampanyayê ew e ku olê ji bin tehekûma desthilatdariyan derxîne. -
Kampanyaya ‘Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet’ hat destpêkirin
Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê, starta kampanyaya “Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet” da. -
Bulbul: Sîstemê ku pirsgirêkê ava dike
Parlamenterê HDPê Kemal Bulbul diyar kir ku sîstem bi xwe pirsgirêka Elewiyan afirandiye û baweriya vê înkar dike û got, "Pirsgirêka Elewiyan bi pirsgirêkên din ên Tirkiyeyê re yek e."