ROJANE
Hemû Nûçe
-
Taşdemîr: Li girtîgehan êşkence tê kirin
Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr got, li girtîgehên Tirkiyeyê êşkence zêde bûye û bi rêk û pêk tê kirin. -
Ozsoy: Eger şik û gumana wan tune ye, bila rê bidin heyeteke serbixwe
Parlamenterê HDP'ê Hişyar Ozsoy têkildarî nîqaşên li ser bikaranîna çekên kîmyewî got, "Eger mîna ku ew dibêjin di vê mijarê de şik û gumana wan tune ye, bila rê bidin heyeteke serbixwe ku biçe herêmê." -
ROJEVA 23'Ê COTMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê. -
Iraq wê ji bo lêkolînkirina kîmyewiyê, komîsyonekê ava bike
Endamê Komîsyona Parastin û Ewlekariyê ya Parlamentoya Iraqê Mehdî Amirlî got ku ji bo eşkerekirina bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê Tirkiyeyê ve, wê komîsyonekê ava bikin. -
‘Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan’
Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de bal kişandin ser zêdebûna mirinên girtiyên nexweş û hat diyarkirin ku rewşa Erol Balci û Abdurrahîm Çetînkaya giran dibe. -
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Toraman pirsîn
Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn. -
Gurkan: Êrîşên kîmyewî sûcekî giran e, divê heyetên serbixwe lêkolînê bikin
Cîgira Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan got, “Êrîşên kîmyewî sûcekî giran e. Divê heyetên serbixwe li ser êrîşên kîmyewî lêkolînan bikin.” -
Hevserokê HDP’ê Sancar: Divê heyetên serbixwe li ser êrîşên kîmyewî lêkolînan bikin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir nabe ku rojeva êrîşên kîmyewî bi gef û daxuyaniyên ji adetî were derbaskirin. Sancar ji bo lêkolîna heyetên serbixwe bang kir. -
Bertekên li dijî 'qanûna sansurê' tên kirin têr nakin
Hevdîrektorê MLSA’yê Veysel Ok, anî ziman ku beriya ku 'qanûna sansurê' derkeve mûxalefet nekarî bi awayekî têrker polîtîkayan pêş bixîne, anîna wê ya Dadgeha Destûra Bingehîn jî têr nake. -
ROJEVA 22'Ê COTMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re serlêdan hat kirin
Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi daxwaza hevdîtinê serlêdan kir. -
Polîsan êrîşê nobeta xizmên girtiyan kir
Polîsan, êrîşê Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan kir û du kes destgîr kirin. -
MKP: Geşkirina berxwedana gerîla, peywira şoreşgerî ye
MKP li dijî bikaranîna çekên kîmyewî daxuyanî da û got: “Geşkirina berxwedana ku gerîla bi îradeyek mezin didomîne, peywira şoreşgerî ye.” -
Polîsan li Mereşê avêt ser malekê: Kesek hate kuştin
Polîsên dewleta Tirk li Mereşê avêtin ser malekê. Di serdegirtinê de kesek hate kuştin. -
YPS’ê li wesayîta gardiyanan da
Tîma Tolhildanê ya Şehîd Zelal Xerzan a YPS’ê li Amedê li wesayîta gardiyanan da. -
Êrîşên kîmyewî li Kadikoyê bi meşeke meşaleyî hatin şermezarkirin
Endamên ESP, SGDF û BMG'ê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî meşeke meşaleyî lidar xistin û gotin, "Gerîla rûmet e, em ê biparêzin." -
ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Malbatên Pirsûsê: Dadgehê, çima komkujî weke sûcekî li dijî mirovahiyê nedît?
Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê, di meha 87'emîn a Komkujiya Pirsûsê de bertek nîşanê biryara dadgehê ya “Komkujiya Pirsûsê, ne sûcekê li dijî mirovahiyê ye“ da. -
Li Stenbol, Edene û Mêrsînê çalakiyên li dijî bikaranîn çekên kîmyewî
Li Stenbol, Edene û Mêrsînê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin protestokirin. -
Lêpirsîn li Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Fîncanci hat vekirin
Ji ber daxuyaniyên têkildarê êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk, lêpirsîn li Seroka Konseya Navenda TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci hat vekirin. -
Girtiyên Girtîgeha Eregliyê di greva birçîbûnê de ne
Girtiyên Girtîgeha Ereglî ya Konyayê, çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger a 3 rojan veguherandin 10 rojan. -
HBDH: Divê her kes li dijî êrîşên kîmyewî rabe ser pêyan
HBDH'ê banga serhildanê li dijî êrîşên çekên kîmyewî kir û got, "Yekane zimanê ku dijmin jê fêm dike, zimanê çalakiyên şoreşgerî ye." -
Jinên Tîrêjên Rojê: Li Stenbolê 3 polîs hatin cezakirin
Jinên Tîrêjên Rojê li hemberî êrîşên bi çekên kîmyewî, li Stenbol û Sakaryayê li hemberî polîs û nokerên dewleta Tirk çalakî kirin. -
Nobeta Edaletê: Heta çareseriyê em ê li qadan bin
Malbatên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de gotin “Heta ku çareserî pêk were, em ê li qadan bin.” -
Gunay: Divê raya giştî li hemberî êrîşa kîmyewî bêdeng nemîne
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay bal kişand ser êrîşên bi çekên kîmyewî û got, "Divê raya giştî li hember vê tawana giran bêdeng nemîne û divê saziyên peywendîdar, Rêveberiya Herêma Kurdistanê lêkolînên pêwîst bikin û nebin şirîkê vê tawanê."