ROJANE
Hemû Nûçe
-
Şebnem Korur Fîncanci hate girtin
Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci ku ji ber axaftinên xwe yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta Tirk ve hatibû destgîrkirin, hate girtin. -
Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Em ê dev ji têkoşînê bernedin
Di Edaleta Nobetê ya li Îzmîrê de malbatan xwestin bila girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyane werin berdan û tecrîd jî biqede. -
ÎHD: Li girtîgehên Anatoliya Navîn di 3 mehan de 23 girtî hatin qetilkirin
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) diyar kir ku di 3 mehên dawîn de li Girtîgehên Anatoliya Navîn 23 girtî hatine qetilkirin û êşkence li gelek girtiyan hatiye kirin. -
Li Wanê polîsan çalakiya xizmên girtiyan asteng kir
Li Wanê xizmên girtiyan xwestin li pêşiya edliyeyê çalakiyekê bikin. Polîsan çalakî asteng kirin. -
Malbat li pêşiya edliyeyê ne: Êşkenceya li ser girtiyan zêde dibe
Xizmên girtiyan li pêşiya Edliyeya Amedê kom bûn û gotin “Êşkenceya li ser girtiyan zêde dikin.” -
Jinên Tîrêjên Rojê 2 polîs birîndar kirin, febrîqeyek û 8 wesayit şewitandin
Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku li Stenbolê li wesayiteke polîsan a zirxî xistine, di encamê de 2 polîs birîndar kirine û li Mersînê jî febrîqeyek û 8 wesayitên luks şewitandine. -
Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd serlêdan hate kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe yên ku du sal in nikarin agahiyan bistînin serlêdanek kirin. -
Bi daxwaza girtinê Şebnem Korûr Fîncanci radestî dadgehê hate kirin
Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Şebnem Korûr Fîncanci ku ji ber got, divê li ser êrîşên bi çekên kîmyewî lêkolîn bê kirin hate destgîrkirin, bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hate kirin. -
Li rojnamevan Îsmaîl Ari 2 sal cezayê girtîgehê hate birîn
Li rojnamevan Îsmaîl Ari 2 sal cezayê girtîgehê hate birîn, ji ber pîşeyê rojnamevaniyê. -
Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye
Parêzer Sezîn Ûçar diyar kir ku mijara bikaranîna çekên kîmyewî divê ji aliyê saziyên serbixwe ve bê lêkolîn, ji ber ku di kategoriya sûcên li dijî mirovahiyê de ye. -
Girtiyên di girtîgeha Edeneyê de: Divê gel nerazîbûna xwe zêde bike
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E a Edeneyê gotin ‘Em ê li hemberî êrîşên kîmyewî bêdeng nemînin. Divê gelê me jî nerazîbûnê nîşan bide û bersiva pêwist bide.” -
Polîsan êrîş birin ser çalakiya ji bo piştgiriya bi Fîncanci re
Roja Çarşemê dema ku Seroka TTB'ê Şebnem Korûr Fîncanci anîn Edliyeya Enqereyê, li pêşiya edliyeyê çalakiyeke piştevaniyê hate lidarxistin, lê belê polîsan êrîş kirin. -
Rojnamevanên hatine destgîrkirin: Em ê rastiyê bibêjin
Rojnamevanên Kurd ên ku hatibûn destgîrkirin, diyar kirin ku wê rastiyê bibêjin û tarîbûnê ji holê rakin. -
HBDH’ê Sînan Dersim di duyemîn salvegera şehadeta wî de bi bîr anî
Komîteya Rêveber a HBDH'ê Sînan Dersim (Dalokay Şanli) ê ku di 27'ê Cotmeha 2020'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, di duyemîn salvegera wî de bibîr anî. -
ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Peyama Fîncanci: Em ê bi têkoşînê ji heqê vê kampanyaya reşkirinê derkevin
Seroka Konseya Navendî ya TTB'yê Şebnem Korûr Fîncanciyê bi rêya parêzerên xwe peyamek şand û got: "Em ê ji heqê vê kampanyaya reşkirinê jî derkevin û bi hev re bitêkoşin." -
Cebraîl Gundogdû yê ku êşkence lê hatibû kirin hat girtin
Cebraîl Gundogdû yê li navçeya Menemenê hat destgîrkirin û êşkence lê hat kirin, hat girtin. -
Tifaqa Ked û Azadiyê: Em bi Fîncanci û TTB’ê re ne
Tifaqa Ked û Azadiyê bertek nîşanê kampanyaya lînckirina TTB’ê da û got: “Em Şebnem Korûr Fîncanci û TTB’ê re ne! Em, bêdeng namînin.” -
ATK’ê rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ da Tûglûk
Saziya Tiba Edlî têkildarê girtiya nexweşa demansê Aysel Tûglûk, rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” da. -
‘Divê dengê rastiyê bêhtir derbikeve’
Rojnamevanên Kurd ên destgîrkirî ku bi rêya parêzerên xwe peyam şandin gotin ku divê dengê rastiyê bêhtir derbikeve û diyar kirin ku wan serî netewandiye. -
‘Girtiyên nexweş terkî mirinê hatin kirin‘
Di Nobeta Edaletê ya ji bo berdana girtiyên nexweş û yên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan ku li Îzmîrê hatiye destpêkirin de, daxwaza bidawîkirina zilmê hat kirin. -
Hêzên Îranê gule li beşdarên merasîma 40 rojî ya şîna Jîna Emînî reşand
Bi hezaran kes li bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê di 40 rojiya şîna Jîna Emînî de merasîmek bîranînê lidarxistin. Hêzên dewleta Îranê gule li gel reşand. -
Destgîrkirina Şebnem Korûr Fîncanci li gelek bajaran hate protestokirin
Destgîrkirina Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk Şebnem Korûr Fîncanci li gelek bajaran hate protestokirin. -
Bi ala Tirk êşkence li rojnamevanan hate kirin
Rojnamevan Dîren Yûrtsever diyar kir ku zext li wê hatiye kirin ku di nava ala Tirk de destkelepçekirî bi zorê wêneyê wê bê kişandin û polîsan gef lê xwarine. -
Konseya Giştî ya KBDH’ê: Em ê hesabê zilma faşîst bipirsin!
Konseya Giştî ya KBDH’ê diyar kir êrîşên kîmyewî yên li ser gerîlayan dişibe êrîşên kîmyewî yên Seddamê dîktator û yên li ser gelê Tamîlê.