Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Em ê dev ji têkoşînê bernedin

Di Edaleta Nobetê ya li Îzmîrê de malbatan xwestin bila girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyane werin berdan û tecrîd jî biqede.

Li Îzmîrê malbatên girtiyan 130 roj in di Nobeta Edaletê de ne.

Rêxistina Navçeya Foça ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çalakiyê de ya ku li ber Baroya Îzmîrê berdewam dike piştgirî da xizmên girtiyan.

Hanim Sever a ku xizmên wê jî girtî ye diyar kir ku parêzerên edaletê dixwazin, doktorên aştiyê dixwazin û rojnamevanên ku heqîqet nivîsandine jî tên destgîrkirin.

Sever got, “Em dayik in, dilê me dişewite. Ji bo ku bombe li zarokên me nekevin em li vir in. Rojnamevan neçar in ku me bikişînin. Ez AKP, CHP û MHP’ê şermezar dikim. Çima rastiyê nanivîsin? Em ê ji bo zarokên xwe, doktorên xwe, rojnamevanên xwe têkoşîna xwe bidomînin. Hemû zarokên me ne, em naxwazin bên destgîrkirin. Em dizanin ku wê li Îmraliyê aştî pêk were. Heta aştî pêk neyê û tecrîda li ser zarokên me û Îmraliyê neyê rakirin em ê dest ji têkoşînê bernedin.”

Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Foçayê Mukaddes Işik, diyar kir ku girtî tevî ku sûcdar nînin jî bi salan di girtîgehan de ne û got  “Ewlehiya jiyana girtiyan berpirsyariya rayedaran e. Dayik di nava fikaran de dijîn ka wê çi were serê zarokên wan û wê çi were serê wan. Em ê heta dawiyê bi kesên mafdar re bin.”