Polîsan êrîş birin ser çalakiya ji bo piştgiriya bi Fîncanci re

Roja Çarşemê dema ku Seroka TTB'ê Şebnem Korûr Fîncanci anîn Edliyeya Enqereyê, li pêşiya edliyeyê çalakiyeke piştevaniyê hate lidarxistin, lê belê polîsan êrîş kirin.

Seroka Konseya Navendê ya Yekitiya Bijîşkên Tirkiyeyê (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci, ji ber gotinên xwe yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta Tirk ve bûbû hedef. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der heqê Fîncanci de lêpirsîn dabû destpêkirin û doh di danê sibehê de bi ser mala wê de hat girtin û hat destgîrkirin. Fîncanci ku anîn Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê, şevê din îfade da û îro di danê sibehê de anîn Edliyeya Enqereyê.

Ji bo piştevaniya bi Fîncanci re, gelek kedkar û nûnerên rêxistinên pîşeyî îro hatin pêşiya Edliyeya Enqereyê, lê belê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Di heman demê de polîsan nehiştin rojnamevan jî dîmenan bikişînin û ji qadê dûr xistin. Kedkar û nûnerên rêxistinên pîşeyî ku ketina wan a edliyeyê hat astengkirin, polîsan li wan xistin.

Endamên Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) û xwendekar li erdê hatin kaşkirin û destgîrkirin.

Ji KESK’ê Done Gevher, ji TTB’ê Selma Gungor, Sekretera Jinan a Giştî ya SES’ê Gonul Adibellî û endama Komîsyona Xwendekarên Tipê (TOK) Helîn Çakir hatin destgîrkirin.

Girse niha jî li derdora edliyeyê disekine.