Li Wanê polîsan çalakiya xizmên girtiyan asteng kir

Li Wanê xizmên girtiyan xwestin li pêşiya edliyeyê çalakiyekê bikin. Polîsan çalakî asteng kirin.

Malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku ligel cezayê wan qediyaye lê nayên berdan, dest bi Nobeta Edaletê kiribûn.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), Komeleya Alîkarî, Hevgirtin, Yekitî û Çandê ya ji bo Malbatên Xizmên Xwe yên li Deşta Şaristanan Winda Kirine (MEBYA-DER) û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê tevlî çalakiyê bûn

Çalakvanan xwestin li ber edliyeyê daxuyaniyê bidin lê çalakî ji aliyê polîsan ve hate astengkirin.

Hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyûn bertek nîşanî astengkirinê da û got, "Ji bo mezinkirina têkoşînê em ê her tim li qadan bin. Em ê daxuyaniyê jî bidin, bimeşin jî. Hûn ê nikarin me asteng bikin."

Nobeda Edaletê bi dirûşmeya ‘heq, hiqûq û edaletê’ bi dawî bû.