Bi daxwaza girtinê Şebnem Korûr Fîncanci radestî dadgehê hate kirin

Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Şebnem Korûr Fîncanci ku ji ber got, divê li ser êrîşên bi çekên kîmyewî lêkolîn bê kirin hate destgîrkirin, bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hate kirin.

Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci ku ji ber axaftina xwe ya li ser êrîşên kîmyewî bû hedefa desthilatdariya AKP'ê û bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di 26'ê Cotmehê de hate destgîrkirin, serê sibehê birin Edliyeya Enqereyê.

Piştî îfadeya ku çar saetan li dozgeriyê dewam kir, bi îdîaya "Propaganda rêxistinê" daxwaza girtina Fîncanci hate kirin. Fîncanci sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlhê hate kirin.