Li rojnamevan Îsmaîl Ari 2 sal cezayê girtîgehê hate birîn
Li rojnamevan Îsmaîl Ari 2 sal cezayê girtîgehê hate birîn, ji ber pîşeyê rojnamevaniyê.
Li rojnamevan Îsmaîl Ari 2 sal cezayê girtîgehê hate birîn, ji ber pîşeyê rojnamevaniyê.
Rojnamevan Îsmaîl Ari ji ber nûçeyên xwe, bi îdîaya "daneyên şexsî li dijî hiqûqê bi dest xistiye û belav kiriye" hate darizandin.
Ji bo vê jî nûçeya rojnameya Bîrgunê ya bi navê "Daneyên cezayê pereyan ê li Serokê Kizilayê û Midûrê Giştî hatiye birîn gihîşt Bîrgunê" weke nîşaneya sûc hate nîşandan.
Dadgeha Ceza ya Esliye ya 58'an darizandin pêk anî û 2 sal cezayê girtîgehê li Ari birî. Bicihanîna ceza jî taloq kir.