Jinên Tîrêjên Rojê 2 polîs birîndar kirin, febrîqeyek û 8 wesayit şewitandin

Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku li Stenbolê li wesayiteke polîsan a zirxî xistine, di encamê de 2 polîs birîndar kirine û li Mersînê jî febrîqeyek û 8 wesayitên luks şewitandine.

Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê bi daxuyaniyekê ragihand ku li hemberî nokeran û êrîşên dagirkeran çalakiyên tolhildanê kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "24'ê Cotmehê li navçeya Sîlîvrî ya Stenbolê, yekîneyên me li hemberî polîsên dewleta Tirk a faşîst bi teqemeniyan û çekên ferdî çalakî kirin. Di vê çalakiyê de xisareke mezin li wesayiteke polîsan a zirxî bû û 2 polîsên dewleta Tirk ên di wesayitê de bi giranî birîndar bûn."

Li ser çalakiya li Mersînê jî hate gotin, "25'ê Cotmehê li navçeya Mezîtlî ya Mersînê, febrîqeyeke boyaxê ya karsazekî AKP'yî yê faşîst û 8 wesayitên luks ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin."