ÎHD: Li girtîgehên Anatoliya Navîn di 3 mehan de 23 girtî hatin qetilkirin
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) diyar kir ku di 3 mehên dawîn de li Girtîgehên Anatoliya Navîn 23 girtî hatine qetilkirin û êşkence li gelek girtiyan hatiye kirin.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) diyar kir ku di 3 mehên dawîn de li Girtîgehên Anatoliya Navîn 23 girtî hatine qetilkirin û êşkence li gelek girtiyan hatiye kirin.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê rapora xwe ya 3 mehan a têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Anatoliyaya Navîn par ve kir. Rapor, li avahiya komeleyê bi daxuyaniyekê hat parvekirin. Rapor, ji daneyên serlêdanên ji bo komeleyê hatin kirin, serdanên parêzeran ên li girtîgehan, nameyên girtiyan û hevdîtinên bi malbatan re hatine berhevkirin.
Hat destnîşankirin ku di mehên Tîrmeh, Tebax û Îlona sala 2022’yan de têkildarî binpêkirinan 71 serlêdan bo ÎHD’ê hatine kirin û ÎHD jî ji bo bidawîkirina van binpêkirinan ji saziyên cemaweriyê yên têkildar re nivîs şandine.
Rapor, ji hêla Hevberdevka Komîsyona Girtîgehên Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, ji ÎHD’ê Omer Farûk Yazmaci û Umîtcan Akbûlût ve hat diyarkirin.
Çevîrmen, da zanîn ku di nava mehên Tîrmeh, Tebax û Îlona 2022’yan de herî kêm 23 girtî hatine qetilkirin, 10 girtî bi sedema nexweşiyên xwe yên giran hatine qetilkirin, 11 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane, ji bo 4 girtiyan îdiaya xwekuştinê hat kirin û sedema mirina girtiyekî jî nehatiye zanîn.
Bi domdarî Çevîrmen, diyar kir ku grevên birçîbûnê yên li dijî betalkirina berdana girtiyên cezayê wan qediyaye, astengkirina mafê tedawiyê û cezayên disiplînê yên keyfî tên dayîn hatine destpêkirin jî didome.
HERÎ KÊM 1517 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE
Di berdewamê de Çevîrmen bi bîr xist ku niha li girtîgehan herî kêm 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene û li Girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn de herî kêm mafê tenduristiê yê 48 girtiyên nexweş tê binpêkirin.
Çevîrmen, daxuyand ku kontrolên emeliyatên çav, tedawiyên diranan û kontrolên nexweşxaneyê yên girtiyan nayên kirin û di serlêdaneke bo komeleyê de girtiyekî gotiye ku ji ber girtiyê siyasî ye nayê tedawîkirin. Bi domdarî Çevîrmen, anî ziman ku li gorî tevdîrên Covîd-19’ê nayê tevgerîn, xetereyê li ser tenduristiya girtiyan çêdikin û berdana girtiyên nexweş jî bi awayekî keyfî tê betalkirin.
DI NAVA 3 MEHAN DE ÊŞKENCE HERÎ KÊM LI 2O GIRTIYAN HATIYE KIRIN
Di berdewamê de Çevîrmen bi lêv kir ku di nava 3 mehan de herî kêm êşkence li 20 girtiyan hatiye kirin û wiha domand: “Ji ber ku Wezareta Edaletê daneyên di vê mijarê de parve nake, her tim peywendiyên bi girtîgahan re tên astengkirin, her tim kontrol li ser peywendiyan heye, bi taybet jî zehmetiyên xwe gihandina girtîgehên li derên dûr, ji ber ku girtiyên edlî tiştên bi serê wan tên bi çapemenî û raya giştî re parve nakin, hejmara girtiyên ku rastî îşkence û nêzikatiya xerab tên ji daneyên hatine parvekirin pir zêdetir in.”
Çevîrmen, diyar kir ku êşkenceyên tacîzên cinsî û bi devkî û raporên nexweşxaneyan nayên qeydkirin û wiha pê de çû: “Di bingeha lêgerînên tazî de polîtîkaya necezakirinê ya li dijî rayedarên girtîgehê heye. Wezîrê Edaletê jî bersivê nade tu serlêdanên me yên derheqê binpêkirinan de. Her ku girtî daxwaza mafên xwe dikin û bertekan nîşanî binpêkirinan didin, rêveberiya girtîgehê jî bi zabitname û lêpirsînên disiplînê bersivê dide. Silavdayîna hev a girtiyan jî weke sedema van zabitname û lêpirsînan tên nîşandan. Sepanên ewqas keyfî ne. Heke girtî binpêkirinan bi raya giştî re parve bikin jî ev mijar dibe sedema lêpirsîna disiplînê. Ji ber van lêpirsînan jî cezayên weke qedexekirina ragihandinê û hucreyê lê tê birîn. Ya herî girîng jî bi vê sedemê berdana girtiyên cezayê wan qediyaye tê betalkirin. Girtiyên nexweş ên ku sala wan a dawî ma ye jî bi hinceta ‘rewşa nebaş’ nayên berdan. Bi sedema van lêpirsînên disiplînê, mafê berdana bi şertê kontrola edlî jî tê binpêkirin. Rêveberiyên girtîgehan, bi rêbazên cuda zextê li girtiyan dikin. Daxwaza malbatan ku dixwazin zarokên wan sewqî cihên nêz bên kirin, nayê qebûlkirin. Hinek girtiyan, ji ber pirsgirêkên aboriyê alîkariya hiqûqî xwestibûn.”
Çevîrmen, got ku divê saziyên neteweyî û navneteweyî ji bo pêşîlêgirtina binpêkirinên li girtîgehan û çareserkirina pirsgirêkan, bikevn nava liv û tevgerê. Her wiha bang li Wezareta Edaletê û saziyên têkildar hat kirin ku bi peywira xwe rabin û rê li ber van binpêkirinan bigrin.