Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye
Parêzer Sezîn Ûçar diyar kir ku mijara bikaranîna çekên kîmyewî divê ji aliyê saziyên serbixwe ve bê lêkolîn, ji ber ku di kategoriya sûcên li dijî mirovahiyê de ye.
Parêzer Sezîn Ûçar diyar kir ku mijara bikaranîna çekên kîmyewî divê ji aliyê saziyên serbixwe ve bê lêkolîn, ji ber ku di kategoriya sûcên li dijî mirovahiyê de ye.
Di çarçoveya nîqaşên li ser çekên kîmyewî de Seroka yekîtiya Tabîban a Tirk Şebnem Korûr Fîncanci hate destgîrkirin. Nîqaşên li ser mijarê dewam dikin. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan Sezîn Ûçar ku di hilbijartinên baroyê de tevî ku ne namzet bû, ji aliyê Oda TV ve hedef hate nîşandan. Parêzer Sezîn Ûçar li ser qedexeya bikaranîna çekên kîmyewî ji ANF'ê re axivî.
Sezîn Ûçar bi bîr xist ku di gelek metnên navneteweyî de ku Tirkiye jî aliyekî wê ye bikaranîna çekên kîmyewî û biyolojîk qedexe ne û got, "Bi taybetî peymaneke Cenevre heye ku Neteweyên Yekbûyî bikaranîna çekên kîmyewî qedexe dike. Peymanek di vê mijarê de heye. Ev peyman jî di sala 2006'an de ji aliyê Meclîsa Tirkiyeyê ve hate pejirandin. Rewşa heyî beriya her tiştî li dijî vê ye. Yanî li gel qedexekirina bikaranîna van çekan ji aliyê dewletan ve her wiha hilberîn, komkirin û bikaranîn jî qedexe ye. Metneke navneteweyî ye ku bi temamî qedexe dike. her wiha metneke hiqûqî ya navxweyî heye; qanûna bi hejmara 5564. Ev jî peymaneke ku Tirkiyeyê di sala 1974'an de pejirandiye. Li gorî vê peymanê hilberandina çekên bi jehr û biyolojîk qedexe ye. Metneke din jî heye ku Tirkiyeyê sala 2005'an mohr kiriye û bikaranîna çekên konvansiyonel qedexe û bi sînor dike.
Tevî van hemûyan jî di demên cuda de timî îdîa ketin rojevê ku Hêzên Çekdar ên Tirk bi kar aniye. Yanî îdîaya ku niha tê kirin nû nîne. Dîmen hene ku nîşan didin li derveyî sînorê Tirkiyeyê li herêma Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê ev çek hatine bikaranîn. Li hemberî vê yekê gelek saziyên hiqûqî, saziyên navneteweyî, rayedarên partiyên siyasî û dewletê neçar man ku daxuyaniyê bidin. Ji ber ku dîmen dibe sedema gumanên esasî. Lê belê bi qasî ku min şopand, ji bilî daxuyaniyên Tirkiye 'çeka kîmyewî bi kar neaniye', daxuyaniyeke fermî ya 'şênber' a li ser bûyerê nehatiye dayin.
Ev îdîa bûyereke welê ye ku divê teqez ji ailyê desteyên serbixwe ve bêne lêkolîn, dane bêne komkirin û li şahidan bê guhdarîkirin. Ji ber ku di kategoriya sûcên li dijî mirovahiyê de ye. Yanî ne tenê wî kes û dewleta ew çek bi kar aniye eleqedar dike. Ji ber ku ev çek demeke dirêj xisareke mezin li ser mirovan, xweza, avhewa û zindiyan hemûyan dikin. Ji xwe ji ber ku sûcekî li dijuî tevahiya mirovahiyê ye di asta navneteweyî de hatiye qedexekirin. Girîng e ev îdîa ji aliyê desteyên serbixwe ve teqez bê lêkolîn, belgeyên şênber û rapor bêne amadekirin. Eger ev îdîa û dîmen bêne piştrastkirin, kesên ku bi kar anîne divê teqez bêne cezakirin."