Rojnamevanên hatine destgîrkirin: Em ê rastiyê bibêjin
Rojnamevanên Kurd ên ku hatibûn destgîrkirin, diyar kirin ku wê rastiyê bibêjin û tarîbûnê ji holê rakin.
Rojnamevanên Kurd ên ku hatibûn destgîrkirin, diyar kirin ku wê rastiyê bibêjin û tarîbûnê ji holê rakin.
Di çarçoveya lêpirsîna li Enqereyê de 11 rojnamevanên Kurd ên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS'ê di 25'ê Cotmehê de li 9 bajaran di serdegirtina malan de hatibûn destgîrkirin. Rojnamevanên li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê di nezaretê de ne, piştî qedexeya li ser parêzeran bi dawî bû, duh bi parêzerên xwe re hevdîtin kirin. Nûçegihana MA'yê Denîz Nazlîm ku 3 roj in girtî ye û Mehmet Gunhan û Oznur Deger ên demeke kin li buroya MA'yê ya Enqereyê staj dikirin bi rêya parêzerên xwe peyam şandin.
Denîz Nazlîm got, "Em di heqîqetê de israr dikin û rûmeta vî tiştî dijîn. Ku der dibe bila bibe, dîtina heqîqetê û danxwendina wê peywira rojnamevan e. Em li ser peywira xwe ne, em ê werin." "
Mehmet Gunhan jî wiha got: “Dema ez li Ajansa Mezopotamyayê dixebitîm, min dît ku eşkerekirina rastiyê çiqas zehmet e. Em îro bang li gelê xwe dikin ku li dijî pêkanînên ku xebatkarên Çapemeniya Azad ji vê lêgerînê dûr dixe, bibin çav, guh û pênûsa Ajansa Mezopotamyayê. Em ê bi hev re vê tarîtiyê biqelêşin.”
Nûçegihana JINNEWS’ê Oznur Deger jî ev peyam şand: “Em şopdarên kevneşopiya Çapemeniya Azad a ku ji salên 90’î û vir ve ji aliyê Mûsa Anter û Ersoz ên ji Gurbeteliyê ve tê meşandin, bi girtina 16 hevalên xwe re me stûyê xwe xwar nekir û em ê nekin jî. Em bi hêz in, ji aliyê exlaqî ve xurt in, spasiyên xwe pêşkêşî hemû kesên piştgirî dane me, dikin. Li her qadê em ê hewl bidin, dengên tê xwestin were qutkirin em ê bidin bihîstin.”