Malbat li pêşiya edliyeyê ne: Êşkenceya li ser girtiyan zêde dibe

Xizmên girtiyan li pêşiya Edliyeya Amedê kom bûn û gotin “Êşkenceya li ser girtiyan zêde dikin.”

Nobeda Edaletê ya ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyaye lê nayên berdan, dabûn destpêkirin di roja 345’an de domiya. TÛHAY-DER, MEBYA-DER, DBP, MED-DER, OHD, Komeleya 78’iyan, Hevserokên HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan beşdarî çalakiyê bûn.

Reşahat Ada ku ya ku birayê wê Hamdusena Ada jî girtiyekî nexweş e diyar kir êdî cezayê hucreyê û yê dîsîplînê bûye cezayekî adetî û got “Girtiyên ku cezayê wan qediyaye nayên berdan û bi vî awayî êşkenceyê kûrtir dikin. Em îro dixwazin girtî azad bibin.  Rewşa girtiyên nexweş roj bi roj xerab dibe. Di nav wan de nexweşiyên penceşêr,gurçik û alzheîmerê heye. Gelek dayik û bav beriya ku bibînin zarokên wan were berdan, jiyana xwe ji dest didin. Bila zarokên me berdin. Em ê hêzê bidin têkoşîna girtiyan. Em îro dîsa careke din dibêjin ‘Bijî berxwedana zindanan.”

Încî Guler a ku ew jî xizma girtiyên nexweş e got “Em îro ji bo daxwazekê kom bûne. Va ye sala me qediya lê hê jî daxwazên me bi cih neanîne. Em dixwazin girtiyên nexweş werin berdan. Em daxwazeke mirovî ji dewletê dikin.”

Çalakî bi sloganên ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Heq, hiqûq, edalet’ bi dawî bû.