Mafên girtiyên sewqî Yozgatê hatin kirin, tê binpêkirin

Girtiyên ku ji Rihayê sewqî Yozgatê hatin kirin, rastî pêkanînên keyfî hatin û mafên wan tê binpêkirin. Girtiyan gilî li personelê ku heqaret li wan kiribû, kir.

Hat zanîn ku girtiyên siyasî Sezar Dûrûk û Îsmaîl Kaya yên li Girtîgeha Tîpa T a Hermar 1 a Cûrnê Reş a Rihayê dihatin ragirtin û Zeyel Taş ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2’ê dihat ragirtin, di 30’ê Îlonê de sewqî Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Yozgatê hatine kirin. Hat diyarkirin ku têkildarî sewqê malbat û parêzerên girtiyan nehatine agahdarkirin û girtî bêyî xwesteka xwe hatine sewqkirin. Hat zanîn ku li cihê ketina hundirê Girtîgeha Tîpa T a Hejmar a Yozgatê, di dema “kar û barên qebûlkirina girtîgehê” de, mafên girtiyan hatiye binpêkirin. Hat diyarkirin ku personelek ê girtîgehê li cihê ketina hundirê girtîgehê heqaret li girtiyan kiriye û kel û pelên wan avêtiye çopê. Rayedarên girtîgehê diyar kirin ku kel û pelên nehatine vekirin, nagirin girtîgehê û dema kel û pel vekirin jî gotin: “Kel û pelên vekirî, nayê girtina girtîgehê” û avêtin çopê.

Heman personelan dema wêneyên malbatên girtiyan dîtin, heqaret û zext li girtiyan kirin. Lê ew wêne divê tenê ji aliyê komîsyona xwendinê ya girtîgehê ve bê lêkolan. Girtiyan diyar kir ku eger li dîmenên kamerayê bê temaşekirin, wê personelên navborî bên tespîtkirin û gilî li personelan kirin.