Di nava kîsik de hestiyên mirovan hat dîtin

Li Cûrnê Reş, di nava kîsikê de hestiyên ku dihat texmînkirin ku ayîdê mirovane hat dîtin. Dozgerê cihê bûyerê diyar kir ku kesên di salên 90’î de di bûyerên li herêmê rû dayîn de, xizmên xwe winda kirine, wê ji bo testa DNA’yê bikaribin serlêdanê bikin.

Li taxa Hişkik a navçeya Cûrnê Reş a Rihayê, li zeviyekê hestiyên ku dihat gotin ku yên mirovane, hatin dîtin. Welatiyekê ku xwest li nav zeviyê xwe darekî biçîne, di dema kolana erdê de di nava kîsek ê gubreyê de, hestî dîtin. Cendirme û dozger li cihê ku hestî hatin dîtin, hatin erkdarkirin. Di dema lêkolînê de, serokê Baroya Rihayê yê berê parêzer Mehmet Velat Îzol, Hevserokê Şaxa OHD’ê ya Rihayê Îbrahîm Oyke û Rêvebirê Şaxa OHD’ê ya Rihayê Sedat Altûndag amade bûn.

JI BO TESTA DNA’YÊ SERLÊDAN DIKARIN BÊN KIRIN

Tê fikirîn ku ev hestî herî kêm ayîdê kesekê ne. Tê gotin ku ev hestî ne yên kiloxê serî ne, yên bedenê ne. Komên hatin cihê bûyer, hestî şandin Midûriyeta Saziya Tipa Edlî ya Rihayê. Dozgerê ku di lêkolîna cihê bûyerê de cih girt, destnîşan kir ku dibe hestî yên mirovan bin û got ku kesên di salên 1990’î de li herêmê xizmên wan di bûyerên cuda de jiyana xwe ji dest dan, ji bo testa DNA’yê dikarin serlêdanê bikin.

Hat zanîn ku kîsikê hestî tê de hatin dîtin, ayîdê fabrîkayek a Hatay Îskenderûnê ye ku di sala 2000’an de hilberîna wê qediya bû. Tê gotin dibe ku hestî ayîdê kesên ku di salên 1990’î de, bi zorê hatin windakirin bin.