79 baroyan êrîşa di Doza Denîz Poyraz de, şermezar kir

79 baroyan êrîşa ku hêzên dewletê di rûniştina Doza Denîz Poyraz de li dijî parêzeran pêk anî, şermezar kir.

Rûniştina doza Onûr Gencer ê di êrîşa li dijî Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê de Denîz Poyraz qetil kir, duh li Kampusa Girtîgeha Şakranê hate dîtin. Dema rûniştin dihat dîtin êrîş li parêzeran hatibû kirin û bertekên li dijî êrîşa parêzeran didomin. Baroyên 79 bajaran ji bo şermezarkirina êrîşa li dijî parêzeran daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Baroyan di daxuyaniyê de diyar kirin ku beriya danişînê bi fermana serokê 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hêzên ewlehiyê ji bo parêzer nekevin danişînê barikat li ber deriyê eywanê danîne û wiha gotin: “Bi gaza îsotê, ava şid êrîşî parêzerên ku xwestin bikevin danişînê hatiye kirin. Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel jî di nav de gelek hempîşeyên me rastî êrîşa hêzên ewlehiyê hatine.”

Baroyan, di daxuyaniya xwe de bi da zanîn ku pîşeya parêzeriyê teminata mafê parastinê, darizandineke adil û azadiya lêgerîna maf e û wiha berdewam kirin: “Baroyên ku rêxistina pîşeyî ya parêzeran e, di heman demê de garantiya mafên mirovan, azadiyan û dewleta hiqûqê ye. Ji bo vê jî di civakekê de ku meqamê parastinê ango parêzer ne azad û bibandor bin, azadiya kesî misoger nabe. Tu kes û sazî nikare parêzerê ku erka parastinê pêk tîne nehêle ku peywira xwe pêk bîne. Nikare asteng bike û êrîşa fîzîkî bike. Ji ber vê yekê êrîşa li hempîşeyên me hatiye kirin şermezar dikin û divê demildest derbarê kesên êrîş pêk anîne de lêpirsîna edlî û îdarî bê destpêkirin.”

BAROZÊN NIVÎS ÎMZE KIRINE

Navên Baroyên ku îmzeya wan di bin nivîsê de heye wiha ne:

“Baroya Edeneyê, Baroya Semsûrê, Baroya Afyonê, Baroya Agiriyê, Baroya Aksarayê, Baroya Amasyayê, Baroya Enqereyê, Baroya Antalyayê, Baroya Erdexanê, Baroya Artvînê, Baroya Aydinê, Baroya Balikesirê, Baroya Êlihê, Baroya Baybûrtê, Baroya Bîlecik, Baroya Çewlikê, Baroya Bedlîsê, Baroya Bolûyê, Baroya Bûrdûrê, Baroya Bursayê, Baroya Çanakkaleyê, Baroya Çankiriyê, Baroya Çorumê, Baroya Amedê, Baroya Duzceyê, Baroya Edirneyê, Baroya Xarpêtê, Baroya Antalyayê, Baroya Erzînganê, Baroya Erziromê, Baroya Eskîşehîrê, Baroya Dîlokê, Baroya Gîresûnê, Baroya Colemêrgê, Baroya Hatayê, Baroya Îdirê, Baroya Ispartayê, Baroya Stenbolê, Baroya Îzmîrê, Baroya Mereşê, Baroya Karabukê, Baroya Qersê, Baroya Kastamonûyê, Baroya Kocaeliyê, Baroya Konyayê, Baroya Kayseriyê, Baroya Kirikkaleyê, Baroya Kirklareliyê, Baroya Kutahyayê, Baroya Kîlîsê, Baroya Meletiyê, Baroya Mêrsînê, Baroya Mêrdînê, Baroya Muglayê, Baroya Mûşê, Baroya Nevşehîrê, Baroya Nîgdeyê, Baroya Orduyê, Baroya Osmaniyeyê, Baroya Rizeyê, Baroya Sakaryayê, Baroya Samsunê, Baroya Sêrtê, Baroya Sînopê, Baroya Sêwazê, Baroya Rihayê, Baroya Şirnexê, Baroya Tekirdagê, Baroya Tokatê, Baroya Trabzonê, Baroya Dêrsimê, Baroya Uşakê, Baroya Yalovayê, Baroya Yozgatê, Baroya Wanê, Baroya Zonguldakê.”