Agir bi Girtîgeha Evînê ket

Hat ragihandin ku agir bi Girtîgeha Evînê ya li Îranê ketiye. Di dîmenên li ser înternetê hatin weşandin de, tê dîtin ku agir û dûman ji herêmê radibin.

Hat ragihandin ku ji girtîgeha ku cihê sereke yê girtiyên siyasî ye, dengê alarmê û çekan hatiye.

Dewleta Îranê, bi sedan kesên di çalakiyên protestoyî de destgîr kirine, şandine Girtîgeha Evînê.

Koma şopandinê ya li dijî hikûmetê, dîmenên agir li ser înternetê weşandin. Di dîmeneke ji van dîmenên hatine weşandin de dengê dirûşmeya “Bimire dîktator” tê.

Tê gotin ku girtiyên siyasî ji bo piştgiriya berxwedanê bikin agir bi girtîgehê xistine.

Şahidekê bi Ajansa Nûçeyan a Reûtersê re axivî, got ku malbatên girtiyan li ber deriyê girtîgehê kom bûne.