Li 3 bajaran çalakî: Rewşa girtiyên nexweş cidî ye

Di çalakiyên li Enqere, Stenbol û Îzmîrê hatin lidarxistin de, hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş cidî ye û peyama “Divê bên berdan” hat dayîn.

Li Enqere, Îzmîr û Stenbolê ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin.

ENQERE

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 423’yemîn a çalakiya xwe de li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de “Tedawî Maf e Nikare Bê Astengkirin û Bila Girtiyên Nexweş Bên Berdan” hate vekirin. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Sevîl Tûrgût, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Nesîp Yapici yê li Girtîgeha Tîpa T a Seydîşehîrê tê ragirtin û bang kir ku bilez bê berdan.  

Tûrgût, da zanîn ku Yapici di 4’ê adara 2010’an de hatiye destgîrkirin û dema Yapici ketiye girtîgehê tu nexweşiyên wî nebûne. Tûrgût, axaftina xwe wiha domand: “Piştî ku salekê li Girtîgeha Êlihê hate girtin, sewqî Girtîgeha Tîpa M a Mîdyatê hate kirin. Li vir jî piştî 2 salan hate ragirtin sewqî Girtîgeha Tîpa T a Şakrana Îzmîrê hate kirin û cara destpêkê ji guhên xwe emeliyat bû. Piştî 3-4 salan li Îzmîrê ma bêyî daxwaza xwe sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê hate kirin. Dema li Tarsûsê bû teşhîsa ‘penceşêra qirikê’ danîne û beriya pandemiyê hatiye emeliyatkirin. Li nexweşxaneya ku lê emeliyat bû ji ber got ji ava lekeyan a rijandine re aciz bûye ji servîsê girtin û birine girtîgehê.”

Tûrgût, da zanîn ku li gorî ragihandina malbatê bi hinceta “hejmartina li ser pêyan” Yapici 3 rojan hatiye derb kirin û wiha got: “Her iwha nexweşiya dil a Yapici heye û ji ber vê nexweşiyê neçare her tim dermanan bixwe. Dema li Tarsûsê 3 an 4 caran birine kontrolê. Nêzî beriya 6 mehan jî bêyî daxwaza xwe birin Girtîgeha Tîpa T a Seydîşehîrê. Li vê girtîgehê tedawiya wî nîvco maye. Li gorî muddetnameya wî divê 15’ê îlona 2022’yan bi şertê kontrola edlî hatibûya berdan li gorî rapora nirxandina Lijneya Çavdêrî û Îdareyê berdana wî 3 mehan hatiye taloqkirin.”

Tûrgût, diyar kir ku Yapiciyê ku nexweşiyên wî yên giran hene divê her tim di bin kontrol û çavdêriyê de be û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Girtiyê ku divê bê dermankirin, berdana wî hatiye taloqkirin û mafê wî yê tenduristiyê hatiye binpêkirin. Em bilez daxwaz dikin ku ji bo di şertên bi tendurist de tedawiya wî bê kirin û ji mafê şertê kontrola edlî sûdê bigire bê berdan.”

ÎZMÎR

Rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li ber Sumerbanka Kevn a li Konakê daxuyanî dan. Di çalakiyê de pankarta “Girtiyên nexweş dimirin. Bêdeng nemîne û nebe şirîkê sûc” hat vekirin. Rêveberên HDP’ê û rêveberên saziyên sivîl û hin welatiyan destek da çalakiyê. Di çalakiya ket hefteya 262’yemîn de bale kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Abdullah Yilmaz ê li Girtîgeha Kirkilara Îzmîrê ya Tîpa F’yê ya Jimara 2’yan dimîne.

Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek daxuyanî xwend û got ew destpêkê ji malbata Suphan Çabûk ê li Girtîgeha Kalkandereya Rîzeyê hat qetilkirin re sersaxiyê dixwazin û zext û îşkenceya li girtîgehan rê li ber mirina girtiyan vedike.

Çîçek bi bîr xist ku Abdullah Yilmaz 28 sal in girtî ye û 28 sal berê ew di şerekî de bi awyek ji gurçika xwe birîndar hat girtin û ji wê rojê ve ji gurçika xwe nexweş e. Çîçek anî ziman ku li gel Yilmaz nexweş e jî nayê berdan û tedawiya wî nayê kirin û xwest demildest tedawiya wî bê kirin.

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê di hefteya 551’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Çalakî li ber avahiya ÎHD’ê hat lidarxistin û bi pankartên hatin vekirin daxwaza tedawîkirina girtiyan hat kirin.  

Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê şîzofren Erdal Ozel. Endama Komîsyonê Hatîce Onaran daxuyanî xwend. Onaran destnîşan kir ku Erdal Ozel 17 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F’yê tê di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Onaran anî ziman ku nexweşîna şîzofrenê li Ozel peyda bûye û li gorî xwişka wî agahî daye li gel krîza dil derbas kiriye jî tedawiya wî temam nebûye û birine girtîgehê. Onaran destnîşan kir ku her wiha li gel nexweşiya şîzofrenê nexweşiyên wek dil, tansiyonê zêde, diyabet û gurçikan jî pê re hene û heke sibêro Ozel di hefsê de bimire haya kesî jê çênabe. Onaran xwest ku Ozel bi awayek lezgîn bê berdan.

Xwişka Ozel, Kumrî Akgul jî behsa nexweşiyên birayê xwe kir û ji hemû rayedaran xwest ku di serî de birayê wê û tevahiya girtiyên nexweş bidin berdan.