Di Nobeta Edaletê de malbat hatin destgîrkirin

4 Xizmên girtiyan ên li Qada Emînonu di çalakiya Nobeta Edaletê de bûn, hatin destgîrkirin.

Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin, li Stenbolê Nobeda Edaletê berdewam kirin. Malbatan li Qada Emînonuyê ya Stenbolê çalakiya Nobeda Edaletê li dar xistin. Malbat û dayikên girtiyan tev li çalakiyê bûn û Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum jî destek da malbatan.

Polîsan çalakî dorpêç kir û destûr nedan ku nobed bê girtin. Polîsan êrişî malbatan kir û dayikên girtiyan Kumrî Akgul, Fincê Akman, Cemîle Çîftçî û Cemîle Karakaş ji pişt ve kelepçe kirin û kirin binçavan.  

Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum bertek nîşanî êrişa polîsan da û detnîşan kir ku îktidar û polîsên xwe bi van êrişan naxwazin ku dengê girtiyan û malbatên wan derkeve û dixwazin bêdeng bibin. Gulum anî ziman ku rayedar naxwazin qetlîamên li girtîgehan bên bihîstin û got: “Dixwazin me bêdeng bikin, lê em ê bêdeng nebin û em ê her daxwaza edaletê bikin. Wê sansûra we ya çapemeniyê jî nikaribe me bêdeng bike.”