ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Çalakiyên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê wê bêne şopandin.

- Parêzer Dr. Lûkas Theûne li ser hewldana polîsên Elman ên ji bo astengkirina alên YPG û YPJ'ê axivî û got, "Polîsên Berlînê li dadgehê soz da ku wê van alan qedexe neke, lê vê soza xwe bi cih nîne."

- Serokê Damezrîner ê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan ên li Ewropayê 8AABK) Tûrgût Oker destnîşan kir ku projeya avakirina Serokatiya Cemxane û Elewî Bektaşî operasyona ji bo bidestxistina Elewiyan e.

- Çalakvanên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bal kişand ser êrîşên sîxûrî yên bi rêya sûîqestan ên li Başûrê Kurdistanê û gotin: “Desthilata Başûrê Kurdistanê bûye sedem ku Tirkiye li ser axa Kurdan, welatparêz û şoreşgeran şehîd bikin.”