HDP: Berpirsên Amasrayê, rêvebirên vî welatî ne

Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Ridvan Tûran li cihê qetlîama madena li Amasrayê axivî û got: “Berpirs rêvebirên vî welatî ne.”

Serdan û lêkolînên şandeyan a li cihê qetlîama madenê ya li navçeya Amasra ya Bartinê çêbû, dewam dikin. Tevahiya rojê siyasetmedar û rêxistinên hiqûqê serdana cihê bûyerê dikin. Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Ekran Baş, Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ridvan Tûran û endam Meclîsa Partiyê Huseyîn Taka, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, Seroka Giştî yê Mala Gelan Nebiye Mertturk, rêxistinên hiqûqê û Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan jî li qadê lêkolîn kirin.

Şandeya HDP’ê di saetên êvarê de çû cihê bûyerê, lêkolîn kirin. Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Ridvan Tûran li vir axivî û anî ziman ku kêmahî û şaşitî hene. Tûran wiha got: “Eger ewlehiya tendurista kar a esasî hebûya, ev qas em pê ne diêşiyan. Malbat bê zarok, zarok bê bav, jin bê hevjîn nediman. Li ku derê, peyva ‘fitrat’ û ‘çarenûs’ tê bikaranîn, tê wê wateyê ku li wir gelek tişt tên veşartin. Li vir gelek binpêkirinên girîng ên ewlehiya tenduristiya kar, hene.”

‘ME LI SOMAYÊ EV JIYA’

Tûran got ku eger hûn tedbîrên civakî negirin, perwerdehiyên têrker nedin, ji ber ku karek pir xeter e divê perwerdehiyên cidî bê dayîn û hûn karkerên bê tecrûbe bidin karkirin, wê di encama vê yekê de qeza çêbibe û wiha pêde çû: “Me li Somayê ev jiya. Li wir jî raporek teknîkî ku nameşe heye û li vir jî raporek teknîkî heye.”

‘BERPIRS KESÊN RÊVEBIRÊN VÎ WELATÎ NE’

Tûran destnîşan kir ku ew peyva “çarenûs” a ku Serokkomarê AKP’yî Erdogan di dema serdanê de bi kar anî, bi tundî şermezar dike û got: “Peywira serokkomar, ne dayîna heqdestê bi xwîn a gel e, astengkirina çêbûna van qezayan e. Di dema desthilatdariya Erdogan de, gelek karkeran jiyana xwe ji dest da. Hema hema karker li vî welatî jiyana xwe ji dest didin. Dema gelek karker jiyana xwe ji dest didin, nûçe çêdibe. Berpirsên van, rêvebirên vî welatî ne.”

AKDENÎZ: PIRSGIRÊK SIYASÎ YE

Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Denîz li cihê bûyerê lêkolîn kir. Akdenîz qetlîama karkeran a li Somayê bi bîr anî û got: ‘’Pergala Somayê li vir berdewam e. Wezîrê Enerjiyê gotiye: ‘Ez bi dilnizmî hatim serdanê’. Tiştê ku li vê derê bê kirin, ne serdana bi dilnizmî ye, lê venihêrîn e. TTK, dibistaneke madenkariyê ye. Şagirt li vê dersê dibînin. Heke li vir jî hezaz çêbibe nexwe pergal riziyaye. Pirsgirêk siyasî ye. Berdevkên hikûmetê dibêjin ku wê lêpirsînên îdarî û hiqûqî werin kirin lê zexta we li ser darazê heye. We xwe daye destên patronan, hûn xizmeta sermiyanê navneteweyî dikin.‘’

‘BI PEREYAN BAVÊN ZAROKAN NAYÊN’

Akdenîz diyar kir ku ew ê cardin çavên xwe ji dozeke ku wê bi tenê bi cezakirina çend endezyar û hostayên serkar, bi encam bibe re negirin û ev tişt gotin: ‘’Komîsyona hiqûqê ya Partiya Kedê wê bikeve nav dozê. Wezaret dibêjin ku wê pere bidin zarokên karkerên jiyana xwe ji dest dane. Lê bi pereyan bavên zarokan cardin nayên. We çima di wextê xwe de ev pere ji bo ewlehî û tenduristiya karkeran bi kar neanî? Berpirsê esas deshilatdariya siyasî ye.’’

‘DIVÊ HESABÊ VÊ BÊ XWESTIN’

Akdenîz, ji ber bêdengiyê rexne li sendîkayan jî kir û got: ‘’Di kuştinên bi komî yên karkeran ên wiha de çima pêdivî bi sendîkayê heye, ji bo ku xwe ne razî bike û dengê derbixîne, heye. Eger dev ji kar bernedî, danekevî kuçe û kolanan û karkeran di nav xwînê de bihêlî, ev kar bi tenê bi duayan nabe. Divê çîna karkeran hesabê vê bixwaze.’’