Dayikên Şemiyê aqûbeta Tosûn û Aydemîr pirsîn
Dayikên Şemiyê aqûbeta Fehmî Tosûn û Huseyîn Aydemîr ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, pirsîn.
Dayikên Şemiyê aqûbeta Fehmî Tosûn û Huseyîn Aydemîr ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, pirsîn.
Dayikên Şemiyê di hefteya 916’emîn de ji bo li aqûbeta windakiriyan pirsîn û bi daxwaza kujer bên darizandin, çalakiya xwe bi awayek online lidar xistin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Fehmî Tosûn ê 35 salî ku bavê 5 zarokan bû û Huseyîn Aydemîr ê 34 salî ku bavê 6 zarokan bû yên di 19’ê Cotmeha 1995’an de li navçeya Avcilara Stenbolê dema ji mala xwe derdiketin hatin revandin û carek din agahî ji wan nehat girtin, pirsîn.
Daxuyaniya vê hefteyê jî Leman Yûrtsever xwend û bal kişand ser windakirina Tosûn û Aydemîr û xwest aqûbeta wan eşkere bibe û demildest kujerên wan bên darizandin. Yûrtsever bal kişand ser serpêhatiya windakirina Tosûn û Aydemîr û pêvajoya hiqûqî ya bo wan hat meşandin.
Hevjîna Tosûn, Hanim Tosûn axivî û wiha got: “Heta ku windakiriye bimîne em ê li windakiriyên xwe bigerin û em dewletê vedixwînin cîdiyetê. Heta ku dewlet hesab bide me, em ê li windakiriyên xwe bigerin û dest jê bernedin. Em ê tu windakiriyên xwe ji bîra nekin.”
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî axivî û behsa pêvajoya hiqûqî ya bûyera Tosûn kir û got tevî hemû hewldanan jî encamek ji pêvajoya hiqûqî wernegirtine. Keskîn diyar kir ku windakirin sûcek dewletê ye û dewleta ku hiqûqê wek amûr bikar tîne jî sûc dike.