EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Hollanda û Avûstûrya li dijî dagirkeriya Efrînê çalakî hate lidarxistin
Li pêşiya fabrîqeya herî mezin a hilberîna çekan a Elmanya Rehînmetall ên li Hollanda û Avûstûryayê çalakiyên protestoyê hate lidarxistin. -
Rewşa çalakgerê Strasboûrgê Solhan giran e
Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorvegera a li dijî tecrîda Îmralî ya li Strasboûrgê di roja 44’an de ye. Rewşa çalakger Kerem Solhan giran e. -
Berxwedana li Strasboûrgê bi biryardarî didome
Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 44'an de didome. -
Partiya Komunîst jina Kurd Renklîçay kir namzet
Partiya Komunîst a Fransa (PCF), ji bo hilbijartinên Parlamentoya Ewropa ku wê meha Gulanê pêk were, jina Kurd aktivîst Cemîle Renklîçay namzet nîşan da. -
Li Rûsyayê tecrîd hate protestokirin
Kurdên ku li Rûsyayê dijîn, bi çalakiyên cihê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin. -
Kurdên li Kasselê dest bi greva birçîbûnê dikin
Kurdên ku li bajarê Kasselê yê Elmanyayê li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê dikin. -
Li Basel û Marbûrgê berxwedêrên grevan hatin silavkirin
Li bajarê Basel ê Swîsre û bajarê Marbûrg ê Elmanyayê ji bo piştgirîkirina bi çalakiyên grevên birçîbûnê yên bi daxwaza şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oalan, ewlehî û tendurstiya wî çalakî hate kirin. -
Li Zanîngeha Kolnê ji bo Guven çalakî hate lidarxistin
Li Zanîngeha Kolnê ji bo piştevaniya bi Rojava û Leyla Guven re çalakiyek hate lidarxistin. -
Ji bo çalakgerên Strasboûrgê bang li saziyên navneteweyî hate kirin
Greva birçîbûnê ya 14 çalakgeran a li Strasboûrgê di roja 43’an de ye. Serokê Heyva Sor a Kurdistanê Rojvan Bîlgîn ji bo çalakgerên ku rewşa tenduristiya wan her ku diçe giran dibe bang li saziyên navneteweyî kir ku bi erka xwe rabin. -
Parlementera Swêdê Kakabaveh piştgirî da Leyla Guven
Parlementera Partiya Çep a Swêdê Amîneh Kakabaveh diyar kir ku ew piştgiriyê dide daxwazên Leyla Guven a ku 82 roj in di greva birçîbûnê de ye. -
Roja 43’an a greva li Strasboûrgê: Rewşa çalakgeran giran e
Dr. Fahrettîn Gulşen ku cara 5’an rewşa çalakgerên grevê kontrol kir got; “Nîşaneyên ku beriya niha me ji raya giştî re parve kirî hebûn, her ku diçe ev nîşan girantir dibin.” -
Li Dûîsbûrgê Mehmet Şîrîn Cebe hate bibîranîn
Yek ji fermandarê HPG’ê Akîf Dogan (Mehmet Şîrîn Cebe) di salvegera 6’emîn a şehadeta xwe de li bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê hate bibîranîn. -
Li Montpellîer, Hîldesheîm û Freîbûrgê tecrîd hate protestokirin
Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Montpellîer û Hîldesheîmê çalakî hatin lidarxistin. -
Li Marsîlyayê ji bo azadiya Ocalan meş hate lidarxistin
Li bajarê Fransa Marsîlyayê Kurdistanî ji bo protestokirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo CPT demildest serdana Îmralî bike daketin qadan. -
Li Strasboûrgê roja 42’emîn: Berxwedan ew ê bi ser bikeve
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê yê bêdawî û bêdorveger a li Strasobûrgê di roja 42’emîn de didome. -
Greva Îlhan Şîş di roja 42’an de ye
Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger ya kuÎlhan Şîş a li Gallerê ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, di roja 42’an de ye. Elewî û Kurdistaniyan serdana Şîş kirin. -
Kartal: Lîstikên ji bo şikandina berxwedanê hatin pûçkirin
Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal, Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar û endamê KNK’ê Refîk Gefûr hatin serdana çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê. -
Guven: Rêberê gelekî nayê tecrîdkirin, berxwedan wê bidome!
Leyla Guven: Ev berxwedan, berxwedan û daxwaza gelê Kurd e. Daxwazên bi mîlyonan kesan e. Ez gelek kêfxweş im ku parçeyekî vê berxwedanê me. Rêberî gelekê nayê tecrîdkirin. Heta tecrîd neyê şikandin wê ev berxwedan bidome.” -
PÎK: Rêya aşitiyê ne tecrîd e, muzakereya bi Ocalan re ye
Serokê PÎK (Partiya Îslamî ya Kurdistanê) Hîkmet Serbilind piştgirî da çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê û peyam da Tirkiyê û dewletên Ewropa û got; “Rêya aşitiyê muzakereyên bi Ocalan re ye.” -
Çalakiyên li Ewropayê didomin
Ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan û pişgiriya ji bo grevên birçîbûnê yên bi heman armancê, çalakiyên li Ewropayê didomin. -
Wekîlên NRW'yî bang kirin: Bila tecrîd bi dawî bibe
Parlamenterên Partiya Keskan û SPD'ê yên mezintirîn eyaleta Elmanyayê NRW'ê gotin, divê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe. -
Serdanên ji bo greva li Strasboûrgê didomin
Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li Strasboûrgê di roja 40’an de bi serdanan didome. -
Li 7 welatan ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê çalakî hatin lidarxistin
Bi armanca bal kişandina li ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo protesto kirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li 5 welatên Ewropa çalakî hate lidarixsitn. -
Li Dûîsbûrgê salvegera êrîşên li ser Efrînê hate protestokirin
Li bajarê Dûîsbûrgê bi armanca protesto kirina salvegera êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker ya 20’ê Çileya 2018’an çalakiyek hate lidarxistin. Li bajarê Avûstralya Sydneyê jî çalakiya piştevaniya bi Rojava re hate lidarxistin. -
“Êlek Zeran” piştgirî da nobeda ji bo Ocalan
Îro di çalakiya “Êlek Zeran” a li bajarê Fransa Strasboûrgê de peyama piştevaniya ji bo Ocalan hate dayîn.