Serdanên ji bo greva li Strasboûrgê didomin
Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li Strasboûrgê di roja 40’an de bi serdanan didome.
Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li Strasboûrgê di roja 40’an de bi serdanan didome.
Berxwedana grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven ku bi armanca şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpê kirin, didome.
Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a bi pêşengiya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpê kirin û belavî, girtîgeh, bajarê Fransa Strasboûrgê, Galler New Port, Den Haag û Dûîsboûrgê bûbû, didome.
Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê ku Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç, siyasetmedarê Kurd Mûstafa Sarikaya, Rojnameger Gulistan Çiya Îke, parlamentera berê ya Riha a HDP’ê Dîlek Ocalan jî di nav de a 14 çalakgeran roja 40’an li pey xwe hişt.
Gelê Kurd û dostên wan yên li Ewropa dijîn, saziyên Ewropî, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û parlamenter serdana çalakgerên greva birçîbûnê dikin.
Îro komeke ji Meclîsa Gel a Kurd ya ji paytexta Norweç Osloyê serdana çalakgerên grevê kir.
‘HETA BERXWEDAN NEBE, RIZGARÎ NABE’
Ji komê Şoreş Sofî çalakgerên greva birçîbûnê silav kir û got; “Em bûn şahidê coş û moralê we ya bilnd. Em bi vê biryardariya we serbilind in.” Sofî keyfxweşiya xwe ya ji bo berdana Leyla Guven anî ziman û wiha domand; “Divê hemû girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê werin berdan. Heta ku berxwedan nebe, rizgarî ne mumkîn e. Beriya niha dewletê birayê Rêbertî şand û hevdîtin bi Ocalan re çêbû û piştre jî Leyla Guven berda. Ev tê wateyê ku bi ber biryardariya çalakiyê dewletê gav paş ve avêt û hem jî pêngavekî ji bo şikandina çalakiyê bû.”
Di nava koma Oslo de Ayser Yuce jî diyar kir ku coş û moralê çalakgeran hêz daye wan û got; “Berxwedana niha tê kirin bêdengiya gelê Kurd şikand.”
Di nava rojê de meclîsên gel ên Zurih, Kehl, Dortmûnd, Nancy, Oslo; rêveberên CÎK, Yekîtya Êzidiya Kurdistan (YEK), Koroya Zaraokan a Saarbrûcken, rêveberên FEDA û rojnameger Faysal Dagli serdana çalakgerên greva birçîbûnê kirin.