Parlementera Swêdê Kakabaveh piştgirî da Leyla Guven

Parlementera Partiya Çep a Swêdê Amîneh Kakabaveh diyar kir ku ew piştgiriyê dide daxwazên Leyla Guven a ku 82 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Kakabaveh diyar kir ku ew piştgiriyê dide têkoşîna çalakgerên greva birçîbûnê û têkoşîna HDP’ê ya ku ji bo demokrasî û gelê Kurd dike.

Kakabaveh got ku divê Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî tevbigere û hurmetê nîşanî mafên Ocalan bide û got ku, “Leyla Guven serbest hate berdan lê ez dizanim ku ew ê greva birçîbûnê bidomîne.”

Kakabaveh diyar kir ku mafê girtiyan heye ku malbatên xwe  bibîne û bal kişand ser vî tiştî ku divê girtiyên siyasî û siyasetmedarên Kurd serbest werin berdan.

ANÎBÛ ROJEVA PARLEMENTOYÊ

Kakabaveh çend roj berê jî derbarê greva birçîbûnê ya ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin jî pirsnameyek dabû parlementoyê.

Kakabaveh ji Wezîrê Karê Derve yê Swêdê Margot Wallstorm xwestibû ku “Ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û ji bo serbestdana Leyla Guven û girtiyên siyasî bila têkeve nav hewldanan.”