Salvegera êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê bi çalakiyan tê protesto kirin. Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê ji bo protestokirina salvegera êrîşan mîtîngek hate lidarxisitn.
Çalakî li ser banga PYD Dûîsbûrg li pêşiya HBF’ê hate lidarxistin.
Di çalakiyê de dirûşmeya “Bi ruhê Berxwedana Serdemê Efrînê azad bikin, artêşa Tirk ji Efrînê bicehime” hate berz kirin.
Mîtîng ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre bi zimanê Elmanî û Kurdî axaftin hatin kirin û banga piştgirîdayîna grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. Mele Mûstafa Tûzak ê li Dûsîbûrgê ku 14 roj e di greva birçîbûnê de ye beşdarî mîtîngê bû û axivî.
Mîtîng bi dirûşmeya “Şehîdên Berxwedana Serdemê namirin” , “Bijî Serok Apo” û “Em hemû Leyla ne” bi dawî bû.
SYDNEY
Li bajarê Avûstralya Sydneyê ji bo piştevaniya bi Rojava re çalakiyek hate lidarxistin.
Nûnerên gelek partiyên siyasî û Kurdistanî beşdarî çalakiyê bûn. Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd û Berdevka YPJ’ê Nesrîn Abdullah bi rêya Skypye beşdar bûn û axivîn.
Destpêkê Nûrî Mehmûd axivî û got; “Cara destpêkê dema ku DAÎŞ dijminê mirovahiyê li Sûriye û Iraqê êrîş kir rejîm kete nava panîkê. Rejîm her der berda û reviya. Lê me li Rojava li dijî dijminê mirovahiyê DAÎŞ û kesên piştgirî dida wan şerê rumetê kir û di dema şerê rumetê de bi hezaran şehîd dan. Îro tu kes nikare bibêje “vê derê ji mere bihêlin”.
Nesrîn Abdullah jî got ew ê têkoşîna bi heybet ya ku Arînan û Avestayan ji wan re hiştine wê bi rizgarkirina Efrînê tacîdar bikin. Abdullah ji gelê Kurd û Efrînê re got; “Heta ku Efrîn neyê azad kirin em ê xwe azad hîs nekin.”
Çalakî bi guhdarkirina stranan bi dawî bû.