EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li 5 bajaran tecrîd hate protestokirin
Li Berlîn, Atîna, Frankfûrt, Stûttgart û Rennesê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin. -
Berxwedana li Strasboûrgê di roja 46’an de ye
Greva li bajarê Strasboûrgê ya li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin di roja 46’an de dewam e, di serî de hilbijarên Ewropî bigire heta gelek beşên din ser dan a çalakiyê kirin. -
Li Kamaraya Lordan wê konferansa 'Ocalan' were lidarxistin
Li Kamaraya Lordan a Ingilistanê wê konferansek were lidarxistin û li ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were axaftin. -
Êlek Zer jî dikevin hilbijartina Parlamentoya Ewropayê
Êlek Zer ên ku bi mehan e li Fransayê di çalakiyê de ne, ji bo hilbijartina di meha Gulanê de ya Parlamentoya Ewropayê bi navê ‘Yekîtiya Zer’ lîsteyeke namzetan amade dikin. -
'Divê em bi rengekî vekirî piştgiriyê bidin Kurdan'
"Tevgera yên serî natewînin" ku heyetek şand Rojava, diyar kir ku divê ew bi rengekî vekirî destekê bidin Kurdan. -
Li Strasbourgê çalakî
Bi daxwaza ‘ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî’ li gelek welatên cîhanê enternasyonalîst, siyasetmedarên li surgunê, hunermend û nûnerên beşên cuda yên civakê wê ji sê milan ve ber bi Strasbourgê ve bimeşin. -
Gerîla Rîemer wê li Hambûrgê were bîranîn
Gerîlayê HPG'ê yê Elman Jakob Rîemer (Şiyar Gabar) ku çend meh berê şehîd bû, li bajarê xwe li Hambûrgê roja 3'ê Sibatê wê bi du çalakiyan were bîranîn. -
Serdanên ji bo greva li Den Haagê didomin
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hasîb Çakici û Huseyîn Yildiz ên li bajarê Den Haag ê Hollandayê ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd hatibû destpêkirin dewam dike. -
Li Bern û Zurîhê tecrîd hate protestokirin
Li bajarên Bern û Zurîh ên Swîsreyê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd hate prtoestokirin, grevên berxwedanê yên li dijî tecrîdê jî hatin silavkirin. -
Endamê KNK’ê Yildiz: Ji bo gelê Kurd roj roja çalakiyê ye
Endamê KNK’ê Mehmet Emîn Yildiz piştgirî da greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li Strasboûrgê û got; “Divê her kesek xwe wekî çalakgerekî bibîne. Ji bo gelê Kurd û Rêbertiyê roj roja çalakiyê ye.” -
Ji bo çalakgerên greva birçîbûnê li Lavrîonê meş hate lidarxistin
Li Lavrîonê ya ku li Herêma Attîkaya Rojhilat a Yewnanistanê ye, ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê meşek hate lidarxistin. -
Berxwedana li Strasboûrgê di roja 45’an de ye
Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Strasboûrgê di roja 45’an de didome. Di roja 45’an de jî gel û sazî hatin serdana çalakgeran. -
Prof. Dr. Cavallî: Divê parastina Ocalan peywira me hemûyan be
Serokê Yekîtiya Têkoşîna li dijî Penceşerê ya Navneteweyî (ÛICC) Profesor Doktor Franco Cavallî çalakiyên grevên birçîbûnê silav kir û got ku, “Ocalan rêberekî gelekî û fîlozofekî sedsala 21’an e. Nabe ku ew di şertên xerab de were ragirtin.” -
Guven ji Parlamentoya Ewropayê re name şand
Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven ku di greva birçîbûnê de ye, ji bo Serokê Parlamentoya Ewropa Antonîo Tajanî û serokên komên siyasî yên li Parlamentoya Ewropayê de name şand û li dijî tecrîdê bang kir. -
Rewşenbîr li pêşiya parlementoya Berlînê ne: Divê tecrîd were rakirin
Hunermend, siyasetmedar û nivîskaran li pêşiya Parlementoya Berlînê daxuyanî dan û xwestin bila tecrîd were rakirin. -
Li Zanîngeha Torontoyê çalakiya destekdayina li greva birçîbûnê
Li Zanîngeha Torontoyê ji bo desteka li grevên birçîbûnê çalakiyek hate kirin. -
Li Swêdê du rêveberên şaredariyan destek dan Guven
Seroka Koma Şaredariya Boråsê ya ji Partiya Çep Ida Legenmark û endama Meclîsa Şaredariya Gävleyê Jin Hajo piştgirî dan Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye. -
Nivîskara Swêdî Anna Jorgensdotter piştgirî da Leyla Guven
Nivîskara Swêdî Anna Sofia Elisabet Jorgensdotter, piştgirî da Leyla Guven a ku ev 84 roj in bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê û xwest ku daxwazên Guvenê bên pêkanîn, tecrîd bê dawîkirin. -
Li Elmanya û Swêdê firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê hate protestokirin
Ji ber ku Swêd û Elmanya çekan difiroşin Tirkiyeyê li 7 bajarên Swêdê û li bajarê Munîhê yê Elmanyayê çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin. -
Têkoşîna Leyla Guven têkoşîna me ye jî
Berdevka Navnetewî ya Partiya Komunîst a Fransiz Lîdya Samarbakhs û Seroka Komeleya France Kurdistanê Sylvîe Jan gotin, ''Têkoşîna ku Leyla Guven di lêgerîna wekhevî û dadmendiyê dide, têkoşîna me ye jî. Divê tecrîd bidawî bibe.'' -
Îgrek: Berxwedana li dijî tecrîdê 'meseleyeke rûmetê' ye
Ji nûnerên civaka Êzidî Fîkret Îgrek ku sala 2016'an ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê ya bêdawî-bêrdorveger, diyar kir ku berxwedana li dijî tecrîdê ji bo Kurdan 'meseleyeke rûmetê' ye. -
Solhan tedawî qebûl nekir û vegeriya cihê çalakiyê
Ji berxwedêrên Strasboûrgê Kerem Solhan ku doh rewşa wî giran bû û ew rakirin nexweşxaneyê, ji ber ku tedawî qebûl nekir ew dîsa anîn Navenda Civaka Demokratîk a Kurd cihê çalakiya greva birçîbûnê. -
Li Hîldesheîm, Rapperswîl û Creîlê çalakiyên piştevaniya bi Guven re
Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanya, Papperswîl ê Swîsre dîsa bajarê Creîl ê Fransayê ji bo piştevaniya berxwedêrên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava çalakiyê de ne. -
Li Kasselê 4 Kurdistanî ketin grevê
Li bajarê Kassel ê Elmanyayê Kurdistaniyên bi navê Îmam Elî Ateş, Dîlan Baysel, Omer Bagdûr û Cemal Kobanê dest bi greva birçîbûnê kirin. -
Solhan ê rakir nexwexaneyê dermankirinê qebûl nake
Çalakiya greva birçîbûnê ya li bajarê Strasbûrg a Fransayê di roja 44’an de didome.Rewşa Kerem Solhan ê di grevê de ye giran bûyî rakirin nexweşxaneyê, dermankirinê qebûl nake û diyar kir ku li ser israra dixtoran ji bo texîsê rakirine nexweşxaneyê.