Serdanên ji bo greva li Den Haagê didomin
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hasîb Çakici û Huseyîn Yildiz ên li bajarê Den Haag ê Hollandayê ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd hatibû destpêkirin dewam dike.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hasîb Çakici û Huseyîn Yildiz ên li bajarê Den Haag ê Hollandayê ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd hatibû destpêkirin dewam dike.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Kurdistaniyên bi navê Hasîb Çakici û Huseyîn Yildiz ên li bajarê Den Haag ê Hollandayê ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd hatibû destpêkirin dewam dike.
Hevserokê KONGREYA-GEL Remzî Kartal û endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Remzî Kartal li gel ronamevan-nivîskar Ferda Çetîn serdana berxwedêrên grevê kirin.
Kartal ê li vir axivî got: “Ev pêngava û berxwedan ne tenê çalakiya hevalên me dayî destpêkirin, heman demê pêngava gel, jinan ciwan û me hemûyan e. Divê em jî bibin parçeyek ji vê pêngava hatiye destpêkirin.”
Aydar jî di axaftina xwe de bibîr xist ku ev çalakî ne tenê cara yekê ji aliyê Kurdan ve belkû li cîhanê gelek mînakên mîna vê hene. Aydar got: “Em jî wê bibin mînakên serketinê yên dîrokê.”