HÎLDESHEÎM: Ji aliyê komeke jinan a Komuna Şehîd Meryem a li bajarê Hîldesheîm a Elmanyayê bi sirûda ‘Tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin’ çalakiyên piştevaniyê ya bi Heveroka KCD’ê Leyla Guven re dewam dikin. Di axaftinên hatin kirin de hate gotin: “Li Tirkiyeyê mirov dimirin, dengê me bilind bikin û dibe sibe direng bin.”
RAPPERSWÎL: Li bajarê Papperswîl ê Swîsreyê jî ji bo piştevaniya bi grevên birçîbûnê re çalakiyek hatekirin. Çalakî ji aliyê Komuna gel a Rapperswîl ve hate kirin, ji pêşiya stasyona Tranê ya Wetzîkon destpêkir û bal hate kişandina ser tenduristiya Ocalan û azadiya wî.”
CREÎL: Li bajarê Creîl a Fransayê jî ji aliyê însyatîfa jianan a ji NCDK a Creîl, SKB û HDK’ê ve hate pêkaîn ve çalakî hate kirin. Di axaftinên hatin kirin de bal hate kişandina ser berxwedana grevên birçîbûnê.