Li Strasbourgê çalakî

Bi daxwaza ‘ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî’ li gelek welatên cîhanê enternasyonalîst, siyasetmedarên li surgunê, hunermend û nûnerên beşên cuda yên civakê wê ji sê milan ve ber bi Strasbourgê ve bimeşin.

Di salvegera 20’an a komploya navdewletî ya 15’ê Sibatê de Kurd û dostên xwe bi dirûşmeya, “Em faşîzmê hilweşînin, tecrîdê bişkînin, Ocalan azad bikin” wê ji Basel, Mannheim  û Luksembourgê ber bi Strasbourgê ve derkevin rê. Meşên dirêj ên bi pêşengiya KCDK-E’yê tên organîzekirin, wê ji milê Basel û Mannheimê ve 9’ê Sibatê roja Şemiyê, yê ji milê Luksemburgê ve jî 11’ê Sibatê roja Duşemê destpê bikin.

Wê di baskê milê Baselê de siyasetmedar, hunermend, nûnerên saziyan û kesayetiyên navdar cih bigirin. Ji Mannheimê ciwan û ji Luksemburgê jî enternasyonalên deverên cihê yên cîhanê tevlî meşa ber bi Strasbourgê ve bibin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka