Solhan ê rakir nexwexaneyê dermankirinê qebûl nake

Çalakiya greva birçîbûnê ya li bajarê Strasbûrg a Fransayê di roja 44’an de didome.Rewşa Kerem Solhan ê di grevê de ye giran bûyî rakirin nexweşxaneyê, dermankirinê qebûl nake û diyar kir ku li ser israra dixtoran ji bo texîsê rakirine nexweşxaneyê.

Li ser giranbûna rewşa Kerem Solhan ê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li Strasobûrgê de ye danê nîvroyê rakirin nexweşxaneyê. Tîmên tenduristiyê yên ji bo Solhan hatin, di encama kontrolê de diyar kir ku divê rakin nexweşneyê.

Tîmên tenduristiyê li ser neçûna nexweşxaneyê ya Solhan ji bo tedawîkirinê diyarkirin ku divê tîmeke nû ya tenduristiyê bê. Li ser israra tîma tenduristiyê Solhan bi armanca teşxîskirinê rakirin nexweşxaneyê. Li bendê ye piştî kontrolên hatin kirin encama rewşa Solhan diyar bibe.

Di kontrolên rojên dawî de ji ber greva birçîbûnê ya Kerem Solhan rîskên mezin derketibûn pêş.

Dr. Fehrettîn Guşen ê çalakvanan li cihê lêne kontrol dike, diyarkiribû ku rewşa tenduristiyê ya Solhan her roja diçe xirabtir dibe û ji ber nepejirandina dermankirinê hişyariya bûyerên rû bidin kir.

Dr. Gulşen destnîşan kir ku di rewşa Kerem Solhan de serêşî, kêmbûna vîtamîn, bêhalî, westiyanbû û pirsgirêkên cidî yên xewê derketine pêş.