EWROPA
Hemû Nûçe
-
Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 51’an de ye
Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Strasboûrgê di roja 51’an de didome. -
Greva birçîbûnê ya Tûzak di roja 24’an de ye
Li Dûîsbûrgê greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda Îmralî ya Mûstafa Tûzak di roja 24’an de ye. -
Li Hambûrgê Encûmena Aso a Jinan piştgirî da Leyla Guven
Encûmena Aso a Jinan piştgirî da grevên birçîbûnê û diyar kir, Leyla Guven bi bûye dengê ew kesên ku ji aliyê dewleta faşîst ya Tirk ve hatine destgîrkirin. -
Li Strasboûrgê roja 51'an: Rojeva gel berxwedan e
Kurd û dostên wan ên ji Avûstûryayê hatin serdana çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê û gotin, ''Rojeva me berxwedan e.” -
Îddîaya min ev e ku bibim milîtanê heqîqetê
Îmam Şîş: Em ê tecrîdê qebûl nekin! Ew ê xwe hînî tecrîdê nekin û em ê bi çavê tiştekî normal li wê nenihêrin. Em dizanin em çi dikin, em bi sînorên îrade û hêza xwe dizanin. -
Gokay Akbûlût: Divê CPT heyetekê bişîne Îmrali û Amedê
Parlementera Meclîsa Federal a Partiya Çep (Dîe Lînke) a Elmanyayê Gokay Akbûlût derbarê greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê ji Medya Haberê re axivî û bang li CPT’ê kir ku bila delegasyonekê bişîne Îmrali û Amedê. -
‘Dîwarê tecrîdê bi serhildana gel dikare hilweşe’
Di daxuyaniya li ser navê berxwedêrên greva birçîbûnê ya di roja 50’î de hate dayîn hate gotin ku tecrîd bi serhildanên gel wê bê şikandin, daxwaz hate kirin ku divê erka demê ya dîrokî bê bicihanîn. -
Meşa Dirêj a Hîdesheîm-Hannover bi dawî bû
Piştî Meşa Dirêj a 3 rojî ya navbera bajarê Hîldesheîm û Hannover ên Elmanyayê bi dawî bû û şûnde dosyayek pêşkêşî Parlementoya Eyaleta Nîedersachsenê hate kirin. -
Berxwedana Yildiz û Çakici ya li Den Haagê didome
Çalakiyên grevên birçîbûnê yên li welatên cuda yên Ewropa ji bo şikandana tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, azadî û ewlehiya wê hatine destpêkirin didomin. -
Ciwanên Kurd li Atînayê li dijî tecrîdê daketin qadan
Komek ciwanên Kurd ên li Atînayê ya ku paytexta Yewnanistanê ye, ji bo piştgiriya çalakiyên grevê û protestokirina tecrîda li Îmraliyê li qadan bûn. -
Şaredariya Ûppsalayê ji bo Guven û Ocalan peyamek weşand
Gerînendeyekî Şaredariya Ûppsalayê Tobîas Smedberg piştgirî da çalakiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. -
Li Strasboûrgê roja 50’emîn: Rewşa 3 çalakgeran giran dibe
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger hatibû destpêkirin. Çalakî ketiye roja 50’an. Rewşa çalakger Yuksel Koç, Kerem Solhan û Gulistan Îkê giran bûye. -
Greva birçîbûnê ya li Nûrnbergê di roja 11’an de ye
Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Şiyar Xelîl ya li bajarê Elmanya Nurnbergê di roja 11’an de didome. -
Îmam Şîş: Bi greva birçîbûnê re azad im
Greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Îmam Şîş a li Gallerê di roja 50’î de didome. Şîş diyar kir ku bi greva birçîbûnê re xwe azad hîs dike. -
Li Atînayê anarşîstan ji bo Rojava çalakî li dar xistin
Anarşîstên Yewnanistanê bi armanca piştevaniya bi Rojava re li konsolosxaneya Îtalya ya li paytexta Yewnanistanê çalakî li dar xistin. -
Koma nû greva birçîbûnê ya li Rûsyayê dewr girt
Li hemberî tecrîda li Îmraliyê li Rûsyayê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakî bi tevlêbûna koma nû re didome. -
Li Atîna, Nîce û Mantes la Jolîeyê Kurdistanî li dijî tecrîdê daketin qadan
Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, li bajarên Fransa Nîce û Mantes La Jolîeyê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd hate protesto kirin û berxwedêrên greva birçîbûnê jî hatin silav kirin. -
Li Basel, Freîbûrg û Bensheîmê bîranîna şehîdan
Şervanê YPG’ê Berzan Hec Mehmûd, Viyan Soran li Baselê, şervanê YPG’ê Seydo Hesekê li Freîbûrgê û Zîlan Tolhildan jî li Bensheîmê bi merasîman hatin bibîranîn. -
Li Berlînê Armanc Goşkar hate bibîranîn
Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye endama Konseya Fermandariya HPG û YJA-Starê Sûna Kizilkaya (Armanc Goşkar) ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, bi merasîmekê hate bibîranîn. -
Meşa dirêj a li Belçîkayê bi mîtîngekê bi dawî bû
Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo hevgirtina çalakgerên greva birçîbûnê li bajarê Anversê yê Belçîkayê meşeke dirêj hatibû lidarxistin. Meş li Brukselê bi dawî bû. -
Meşa Hîldesheîm-Hannoverê di roja 2’an de didome
Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Ewropayê meşên dirêj tên lidarxistin. -
Fermandar Nûbar Ozanyan li Darmstadtê hate bibîranîn
Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê yek ji fermandarên TKP/ML TÎKKO Nûbar Ozanyan (Orhan Bakirciyan) ku li Rojava şehîd bûbû, bi merasîmekê hate bibîranîn. -
Berxwedana li Strasboûrgê kete roja 49’an
Li Strasboûrgê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger di roja 49’an de didome. Koroya zarokan a bi navê Koma Hêja û gel hatin serdana çalakgeran. -
Li Parîsê ji bo çalakgerên greva birçîbûnê çalakî hate lidarxistin
Bi armanca piştgirîdayîna çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye çalakî hate lidarxistin. -
Çalakgerên greva birçîbûnê yên Strasboûrgê banga mudaxeleyê li gel kirin
Çalakgerên greva birçîbûnê di roja 49'an a grevê de bang li gel kirin ku mudaxeleyê li pêvajoyê bikin û wiha pêşî dikare li windahiyên mezin were girtin.