EWROPA
Hemû Nûçe
-
Îba yê ku rakirin nexweşxanê tedawî qebûl nekir
Yûsif Îba ku ji bo tecrîda li ser Ocalan rabe li Torontoyê ketibû greva birçîbûnê rakirin nexweşxanê. Îba tedawî qebûl nekir û greva birçîbûnêdidomîne. -
Di hilbijartinên PE’ê de dengê ‘Partiyên Gel’ kêm dibin
Li gotî anketeke ku beriya hilbijartinên PE’yê yên 26’ê Gulanê pêk tên, li Elmanyayê hatî çêkirin, dibe ku partiyên CDU û SPD’ê yên weke partiyên gel tên nasîn, rêjeya wan a dengan bikeve. Li gorî anketê partiya Keskan jî rêjeya dengên xwe zêde dike. -
NÛ BÛ- Kurdistanî li her derê li qadan in
Çalakiyên ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştevaniya bi çalakiyên grevên birçîbûnê re li Ewropayê bê navber dewam dikin. -
Yîgît û Agaoglû: Heta encam bigire wê çalakiya me bidome
Kurdistaniyên bi navê Sûltan Yîgît û Şiyar Agagolû ên li Ewûstûryayê dijîn, piştî meşa duh dest bi çalakiya grevê ya bêdawî-bêdorveger kiribû. -
Li Saksonya Jêr meşa dirêj destpê kir
Ji bo azadiya Ocalan ji Saksonya Jêr meşa dirêj destpê kir. -
Ji Zurîhê banga dem dema mezinkirina berxwedanê ye!
Kurdistaniyên li Zurihê bi dirûşma ‘Leyla Guven rûmeta me ye, daxwazên wê daxwazên me ye’ nerazîbûn nîşanî hêzên navneteweyî yên li dijî kiryarên dewleta Tirk bêdengin dan. -
Greva Strasboûrgê di roja 48’an de ye: Gel Rêber Apo dixwaze!
Piştgiriyên bi çalakiya greva birçîbûnêy ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dewam dike, ji çalakvanan Mûstefa Sarikaya got: “Berdêl çi dibe bila bibe, em dixwazin ser bikevin. Gel dixwazin dengê Rêber Apo bibihîsin.” -
Li Şaredariya Champîngy a Fransayê ji bo Ocalan çalakî hate kirin
Seroka Şaredariya Champîgny a Partiya Komunîst a Fransayê (PCF), enmcumen û hilbijêran ji bo piştgirîdayîna grevên birçîbûnê û protesto kirina tecrîdê çalakî lidarxistin. -
Berxwedêrên Strasboûrgê Viyan Soran bi bîr anî
Çalakgerên greva Strasboûrgê bi merasîmekê Viyan Soran (Leyla Walî Huseyîn) bi bîr anî ku 14 sal berê roja 2'ê Sibatê li hemberî komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe dabû ber agir. -
Li Salzgîtter, Kasel, Marsîlya û Bordeaûxê çalakî hatin lidarxistin
Kurdistaniyên li Ewropa dijîn ji bo piştgirîdayîn û balkişandina li ser çalakiyên greva birçîbûnê daketin qadan û çalakî lidarxistin. -
‘Gelê me bi xwedîderketina berxwedanê dikare tecrîdê bişkêne’
Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Strasboûrgê di roja 48’an de ye. Kurdistaniyên serdana çalakgerên grevê kirin û diyar kirin ku bi geşkirina berxwedanê wê encam were girtin. -
Partiya Çepgir a Swêdê piştgirî da çalakgerên greva birçîbûnê
Berdevkê Politîkaya Derve ya Partiya Çepgir Hakan Svennelîg peyama piştevaniyê ji bo Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpê kirin, şand. -
Kurdistaniyên li Ewropayê daketin qadan
Grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêvajoyek kiritîk de ye, şevê din Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn daketin qadan. -
Li Viyanayê du Kurdistanî ketin greva birçîbûnê bêdawî-bêdorveger
Li paytexta Ewûstûrya Viyanayê Kurdistanî Şivan Agaoglû û Sûltan Yîgît ji bo protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger dan destpê kirin. -
PCF'ê bang li Frsansa û YE'yê kir: Beriya mirina tevbigerin
Partiya Komunîst a Fransayê têkilî grevên birçîbûnê daxuyanî da, ji hikûmeta Fransayê û YE'yê xwest ku bi lezgînî tevbigerin û diyar kir, beriya ku kesek bimire, dawî li tecrîdê were. -
KCDK-E: Her kêlî dibe agahiya mirinê bê, rabin ser lingan
KCDK-E: Hevserokê KCDK-E hate rakirina nexweşxaniyê, peyama ‘Heta tecrîda li ser Ocalan bi dawî nebe, wê çalakiya me bidome û berdê mirin be jî em amade ne’ daye. Erka me bicihanîna vê peyamê ye. -
Îke: Bi rabûna gel a topyekûn wê serketinê bîne
Ji berxwedêrên greva birçîbûnê ya Strasoûrgê rojnamevan Gulistan Çiya Îke peyama “Em amade ne berdêlên mezin bidin” bal kişand ku berxwedana li dijî tecîrdê bi rabûna gel a topyekûn wê bigihîne serketinê. -
Mûstafa Sarikaya: Berxwedanê geştir bikin
Çalakgerê greva birçîbûnê ya Strasboûrgê Mûstafa Sarikaya banga geşkirina berxwedan û şikandina tecrîdê li Kurdistanî û gelê ji derveyî welat kir. -
Çakici û Yildiz: Em ê serbikevin!
Çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger ên li bajarê Hollanda Deng Hagê Hasbi Çakici û Huseyîn Yildiz gotin; “Em ê heta dawiyê liberxwe bidin û em ê serbikevin.” -
Li Nurnbergê greva birçîbûnê, li Atînayê çalakî hate kirin
Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê ya li Nurnbergê di roja 7’an de didome. Li Atînayê ciwanên Kurd li dijî tecrîdê li avahiya zanîngehê çalakî kirin. -
Çi dibe bila bibe wê berxwedan bidome!
Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a ji bo şikandina tecrîdkkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Strasboûrgê di roja 47’an de bi biryardarî didome. Serdanên piştgirîdayîna çalakgerên grevê didome. -
NÛ BÛ-Rewşa Yuksel Koç giran bû, hate rakirina nexweşxaneyê
Rewşa tenduristiyê ya Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç ê di greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê dom dike debû giran bû, bang li ambûlansê hate kirin. -
Li Sydneyê meş: Tecrîd û bêdengî sûcê mirovahiyê ye!
Di meşa li Sydneyê ya li dijî tecrîda Îmralî û ji bo çalakiya grevên birçîbûnê hatin kirin banga ‘Deng bidin berxwedanê’ hate kirin. -
Em çalakiyan geş bikin!
Kurdistaniyên li Kassel û derdora wê dijîn, ji bo ku tecrîda li ser Ocalan protesto bikin di greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger de ne. Çalakgeran bang kirin ku berxwedan were geşkirin. -
Protestoyên tecrîdê didomin: Kurd li her derê daketin qadan
Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo balkişandina grevên birçîbûnê Kurdên li Ewropayê daketin qadan.