Li Nurnbergê greva birçîbûnê, li Atînayê çalakî hate kirin
Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê ya li Nurnbergê di roja 7’an de didome. Li Atînayê ciwanên Kurd li dijî tecrîdê li avahiya zanîngehê çalakî kirin.
Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê ya li Nurnbergê di roja 7’an de didome. Li Atînayê ciwanên Kurd li dijî tecrîdê li avahiya zanîngehê çalakî kirin.
NURNBERG
Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a ji bo bidawîkirina tecrîda Îmralî ya li bajarê Elmanya Nurnbergê di roja 7’an de bi serdanên Kurdistaniyan didome.
Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a Kurdistanî Şiyar Xelîl a li Nurnbergê di roja 7’an de ye. Kurdistanî her roj serdana çalakiyê dikin. Nûnera PYD Nurnberg Naîme Hsan û kesên li gel serdana Xelîl kirin. Naîme Hassan di serdanê de axivî û got; “Em hemû çalakgerên grevên birçîbûnê silav dikin. Divê her Kurdê ku xwedî wijdan xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derbikeve. Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd divê berxwedan geştir bibe û her kes dengê xwe bilindtir bike.”
ATÎNA
Li paytexta Yewnanîstan Atînayê endamên Ciwanên Şoreşger ji bo piştgirîdayîna grevên birçîbûnê û protesto kirina tecrîda Îmralî li Fakulteya Aborî ya Zanîngeha Opa çalakî lidarxistin. Ciwan ketin avahiya zanîngehê têkildarî tecrîd û grevên birçîbûnê welatî agahdar kirin. Ciwanan belavok belav kirin û pankart jî li avahiya zanîngehê daliqandin.